Cenazeyê ciwanekî Kurd ê Êzidî ji Yunanistanê hat vegerandin

26-02-2023
RÛDAW
Cenazeyê ciwanekî Kurd ê Êzidî ji Yunanistanê hat vegerandin
Cenazeyê ciwanekî Kurd ê Êzidî ji Yunanistanê hat vegerandin
Nîşan Kurd Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê ciwanekî Kurd ê Êzidî ku di nav daristanên Yunanistanê di rêya koçberiyê de canê xwe ji dest dabû ji bo Herêma Kurdistanê hate vegerandin û hate veşartin.

Mahir Xidir Xwedêda ciwanekî 23 salî yê Kurd ê Êzidî bû, sala borî bi hevalên xwe re biryar daye ku biçe Ewropayê lê piştî ku digihêjin Yunanistanê hevalên wî telefona malbata wî dikin dibêjin ku Mahir nexweş e, nikarin wî bi xwe re bibin, ew di nava daristanên Yunanistanê de bi cih hîştine.

Xidir Xwedêda Qasim bavê Mahir beşdarî bultena Rûdawê bû diyar kir ku Mahir di 15 Îlona sala borî de çûye Ewropayê û wan bi rêya Tirkiyê xwe gîhandine Yunanistanê lê piştre di  20ê Mijdarê de wate piştî 2 meh û 5 rojan, ji aliyê hevalên kurê xwe ve hatiye agahdarkirin ku Mahir nexweş e û nikare bimeşe û ew di rê de hîştine.

Xidir Xwedêda dibêje ku wan parêzerek girtine û polîsê Yunanistanê cenazeyê wî di nav daristanê de dîtine, roja 24ê vê mehê cenaze ji bo Kurdistanê hatiye vegerandin û 25 mehê li gundê Cîdalê yê Şingalê hatiye veşartin.

Xidir Xwedêda di weşana zindî ya Rûdawê de got, “Ew meşiyane, westiyane, di rê de ava pîs vexwariye û nexweş ketiye, wisa emrê Xwedê kir.”

Xidir Xwedêda her wiha anî ziman, “Weke hemû xelkê wî jî xwest biçe, ji ber ku belengazî dît, tayîn nebû, got ez dixwazim herim derve û min jî got bi kêfa te ye. A rast di serî de min got neçe lê wî got sûda me li vir nîne. Hevalên wî telefona min kirin gotin nexweş bûye, nikare bimeşe, nikarin wî hilgirin û li dû xwe hîştine.”

Bavê Mahir her wiha destnîşan kir ku ew piştî derbasî Yunanistanê bûye nexweş ketiye.

Mahir Xidir di Mijdara 2000 de ji dayik bûye, ew xwendekar bû di pola 12 ya amadehiyê de dixwend û bi malbata xwe re li Kampa Bêrsiv2 dima û li gel hevalên xwe biryar daye ku biçe Ewropa.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst