Serokê Îmarata Erebî Nêçîrvan Barzanî vedixwîne welatê xwe

26-02-2023
RÛDAW
Serokê Îmarata Erebî Nêçîrvan Barzanî vedixwîne welatê xwe
Serokê Îmarata Erebî Nêçîrvan Barzanî vedixwîne welatê xwe
Nîşan Îmarata Erebî Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî yê Herêma Kurdistanê serdana Serokê Herêma Kurdistanê kir vexwandina fermî ya serokê welatê xwe da Nêçîrvan Barzanî ji bo ku serdana Îmaratê bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê 26ê Sibata 2023an pêşwaziya Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî yê Herêma Kurdistanê Ehmed Îbrahîm Seîd Zahirî kir ku wî bi xwe re vexwendnameya serokê welatê da Serokê Herêma Kurdistanê.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Îmaratê re û berfirehkirina hevkariya di navbera wan de û rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Konsulê Giştî yê Îmaratê yê Herêma Kurdistanê vexwandina fermî ya Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan da Nêçîrvan Barzanî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naverokê vexwendnameyê ragihand ku Serokê Îmarat tevî silav û rêzên ji bo Nêçîrvan Barzanî, bal kişand li ser xwestek û girîngiya welatê xwe li ser peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê û hevkariyên hevbeş di warên cuda de.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew bi kêfxweşî pêşwazî li vexwendina Serokê Îmaratê dike û diyar dike ku peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebî di asteke baş de ne.

Di beşeke din a civînê de Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî, mijara bûdceyê, yasaya petrol û gazê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û rewşa Şingalê jî gotûbêj kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst