Li Şingalê 2 şivan hatine kuştin

26-02-2023
RÛDAW
Nîşan Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahyeya Xanesor a Şingal a Başûrê Kurdistanê 2 şivan hatin kuştin. Piştî bûyerê bi çend saetan ciwanekî Êzidî bi tohmeta ku ew kuştine hat girtin.

Du ciwanên Kurdên Êzidî roja Şemiyê 25ê Sibata 2023an piştî nîvroj du şivanên ku pismamê hev bûn hatin kuştin. Hêzên Ewlehiyê yên Şingalê derengiya şeva borî kesek bi tohmeta kuştina wan her du şivanan desteser kirin lê heta niha ne diyar e ku wî kuştiye û li xwe mikur nehatiye.

Nasnameya yek ji kesên ku hatiye kuştin Nacî Hesen ê 14 salî ye û yê din jî Hîşam Fendî yê 16 salî ye. Xizmê wan her du ciwanan Silêman Hesen ji Rûdawê re ragihand, duh êvarê ew ji bûyerê hatine agahdarkirin lê heta niha nizanin kujer kî ye û çima ew kuştine.

Silêman Hesen bang li hêzên ewlehiyê kir ku lêkolînên xwe yên li ser bûyerê de zêdetir bikin û got, “Divê kujer cezaya xwe ya yasayî bibîne.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, ji êrîşa DAIŞê ya sala 2014ê heta niha nêzîkî 100 kes li Şingalê hatine kuştin û heta niha jî kujerên beşeke wan nehatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst