Parêzgariya Şirnexê derbarê Bendava Qilebanê de daxuyaniyek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Şirnexê derbarê vîdeo û îdiayên li ser medyaya civakî ku tê gotin Bendava Înceler a Qilebanê zirar dîtiye daxuyanî da û got “Îdîayên navborî bêbingeh in.”

parêzgariya Şirnexê derbarê îdiaya ku Bendava Qileban di erdhejê de zirar dîtiye de daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariyê di daxuyaniya ku li ser malpera xwe ya fermî parvekir de dibêje “Di rojên dawî de li ser înternet û medyaya civakî derbarê Bendava Qilebanê Şirnexê de îdia hene. Bendava Qilebanê jî di nav de rewşa hemû bendavên me di cih de tê şopandin û îdiayên mijara gotinê bêbingeh in; Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihand.”

Hevserokê HDPê yê parêzgeha Stenbolê Ferhat Encû derbarê Bendava Înceler a Qilebanê de hişyarî dabû û di dîmenên ku parvekiribû de gotibû “Berê tevî ku me bi caran hişyarî dabû jî ti tedbîr nehatine wergirtin. Bendava Înceler a Qilebanê ya Şirnexê li ber teqîne û dibe ku karesateke mezin çêbike.”