Penaberekî Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê pêrîşan bûye

26-02-2023
Helebja Sadon
Rêber Osman daxwaza vegera li kampê dike
Rêber Osman daxwaza vegera li kampê dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Penaberekî ji Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê ji ber ku ev çend mehin nekariya kirêya xaniyê xwe bi de ji aliyê xwediyê xanî ve hatiye derxistin û niha li derve dimîne.

Rêber Osman, xelkê bajarê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2019an ve û ji ber dagîrkirina bajarê wî li ser destê hêzên opozisyona Sûriyê û Tirkiyê, ji mala xwe reviya, koçber bû û berê xwe da Herêma Kurdistanê.

Rêber Osman ku bavê 3 zarokan e, niha li Hewlêrê dimîne, lê ev çend meh in ji ber ku nikaribû kirêya xaniyê xwe bide, xwediyê xanî ew ji xanî avêtiye derve. Niha mala rêber cadeyeke Hewlêrê ye, cihek tune ye lê bimîne.

Rêber Osman dibêje, tenê çavê wî li Dezgehê Xêrxwazî yê Barzanî ye, ku li kampekê cihekî jê re bibîne.

Derbarê rewşa xwe de Rêber Osman ji Rûdawê re got: “Ev 4 meh in min nekariye kirêya xwe bidim. Ez gelek deyndar im û kar nîne. Ez heyirî mame û eger ez kar bibînim dê heqê deyna û kirê bidim û nan bikirim, lê zivistan e û kar tune. Xwediyê xanî ji min re got ku eger tu nikarî heqê xanî bidî vala bike. Ez niha herim ku derê? Ez hatim warê bav û kalên xwe cihê pîroz Kurdistana azad. Daxwaza min ew e ku min li kampekê bicih bikin da ku bikarim debara xwe û zarokên xwe bikim.”

Osman da zanîn ku kirêya xaniyê wî 100 dolar e û tevî xerciyên wê weke elektirîk dike 150 dolar û got: “Lê îro ev 100 dolar ji min re wekî 1000 dolaran e, ji ber ku pereyên min nîne. Kar hebe jî roja me 15 na 20 hezar dînar e.”

Rêber Osman herwiha da zanîn ku ev du rojên bê xwarin mane û zarokên wî niha li cem cîranan dimînin û daxwaz kir ku ew li kampekê were cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst