Ziyan gihiştine herdu gundên Şadêrê û Meydanê yên Efrînê

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Şadêrê yê Efrînê ji ber erdhejê 9 malan ziyan dîtine û heta niha ti kesekî alîkariya wan ne kiriye.

Li gor hinek dîmenên ku taybet ji bo Rûdawê hatine girtin û şandin, ji ber erdheja ku roja 6 Sibatê çêbû, ziyan gihiştiye 9 malan li gundê Şadêrê yê ser bi Efrînê ve.

Li gor çavkaniyeke taybet bi Rûdawê, xwediyên wan malan li malên kesûkarên xwe dimînin û heta niha ti aliyekî ne serdana wan kiriye û ne jî alîkarî pêşkêşî wan kiriye.

Li gundê Meydana şopên erdhejê diyar in

Ji aliyê din ve welatiyekî gundê Meydanayê Adil Hemo, ku gundekî Efrînê ye, li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye, beramberî bajarê Îslahiyê ye, videoyek ji Rûdawê re şandiye û bi xwe jî li ser vîdyo diaxife, behsa erdheja 6 vê mehê dike.

Di videoyê de diyar dibe bê çawa erdhejê erd qelişandiye, li hinek cihan jî zinar perçe kiriye, erdhejeke xurt bû.