Fahrettin Koca: Di erdhejê de li Dîlokê 3897 kesan canê xwe ji dest dane

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca serdana navçeya Îslahiye ya ser bi parêzgeha Dîloka Bakurê Kurdistanê kir û ragihand ku li Dîlokê di erdheja 6ê Sibatê 3 hezar û 897 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca îro Yekşemê 26ê Sibatê li navçeya Îslahiyê derbarê rewşa Dîlok û qurbaniyên erdhejê de daxuyaniyek da û ragihand ku Li Osmaniye, Nurdag û Îslahiye lêkolînek encam dane.

Fahrettin Koca diyar kir ku piştî erdhejên 6ê Sibatê ku li pey hev çê bibûn, li Îslahiye hezar û 347 kesan, li Nurdagê 2 hezar û 170 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha Koca ragihand, li tevahiya parêzgeha Dîlokê di heman erdhejan de 3 hezar û 897 kesan canê xwe ji dest dane û li parêzgeha Osmaniye ya Tirkiyê jî 993 kesan canê xwe ji dest dane.

Koca derbarê zerarên erdhejê û bandora wê de jî got: “Li 11 parêzgehan 13,5 milyon kes ji erdhejê bandor bûne.”

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê herwiha derbarê ava Dîlokê de jî hişyarî dan û ragihand, 736 nimûneyên avê li wê parêzgehê hatine wergirtin, 512 nimûne baş bûne û ava wan tê vexwarin, lê 103 nimûne ne baş bûne ava wan nayê vexwarin, li navçeyên Nurdagi û Îslahiye ava wan bo vexwarinê nabe.

Koca têkildarîê gotgotên eger heye nexweşiyên veguhêz li Dîlokê û navçeyên wê belav bibin jî got, heta niha nexweşiyek wiha li van navçeyan nehatiye tomarkirin.