Meletî: Di çêkirina firokexaneyê de 2 karkeran canê xwe ji dest dan

26-02-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê di dema çêkirina termînala nû ya Firokexaneya Erhaçê de ax herifî û di encamê de 2 karker di bin de man û canê xwe ji dest dan.

Li navçeya Arganê ser bi parêzgeha Meletî roja Şemiyê 25ê Sibata 2023an di çêkirina jêrxana avahiya termînala nû ya Firokexaneya Erhaçê de dema karkeran borî didanîn erd herifî û karker di bin de man. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û yên hawarçûnê çûn cihê bûyerê û dest bi derxistina karkeran kirin.

Piştî demekê termê 2 karkeran ji bin axê hat derxistin û bo Saziya Pizîşkiya Edlî ya Meletî hatin şandin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Parêzgeha Mereşê yek ji wan parêzgehan e ku di erdheja 6ê Sibatê de zerareke zêde lê çêbûye û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dane û hejmareke zêde ya avahiyên wê herifîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst