Şingal (Rûdaw) – Ji ber ku ev dema zêdetir ji sê mehan e, alîkarî li ser koçberên Kampa Serdeştê nehatine belavkirin, rewşa koçberên kampa Serdeştê li ser çiyayê Şingalê xirab e ku niha nêzîkî 530 malbatan di wê kampê de dijîn.
Ji ber serma zêde û nebûna amûrên germkirinê, beşek ji koçberan sibeha zû ji xew radibin û li ber agirê daran xwe gerim dikin. Hejmara herî zêde ya xelkê ku li kampê dimînin, xelkê komelgeha Sîba û Gir Uzêrê ne.
Koçber Derwêş Hesen dibêje: “Bi Xwedê rewşa me xirabtir nabe ku ew qasî xirab e. Ne kar, ne gaz û ne kes alîkariya me dike û heta ku ava me jî nîne. Hemû çadirên me jî qetane hêviya me ji Xwedê heye, em daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin alîkariya me bikin û em vegerin bo cih warên xwe.”
Piraniya koçberan amûrên germkirinê nînin ku xwe ji sir û sermaya zivistanê biparêzin.
Koçber Xidir Îlyas jî dibêje: “Gaz nîne, xwarin nîne, ev der hemû xirab bûne û herî ye. Em ne dikarin bimînin û me dikarin biçin, bawer bike em hemû dê ji birsa bimirin. Em 12 kes in ma em dikarin çi bikin? Eger hinek rêxistinan alîkarî kir Xwedê ji wan razî be û eger nekirin jî Xwedê ji wan razî be.”
Beşek ji zarokên kampê ji ber sir û sermaya zivistanê çar heya pênc saettan dinivin.
Ev zarok jber sir û sermaya vê zvistanê çar hya pênc demjimêran dinivin. Koçberên kampê sibê zû hişyar dibin û beşek daran kom dikin û agirê xwe dikin û çaya xwe li ser çêdikin.
Koçber Îlyas Cirdo jî dibêje: “Em çaya xwe germ dikin, eger ji me em carnan gaze dikirin, lê di halêhazir de nîne. Tu jî dibînin bi giştî rewşa vê derê xirab e.”
Zêdetirî şeş salan e ew koçber li serê Çiyayê Şingalê ne.
Reşîd Dawûd jî giliyan dike ku ti alîkarî ji wan re nayê kirin û got: “Ne gaz dane me û ne jî alîkariya me kirine. Hinek karton dan ew jî rawestyan , koçberiya Iraqê jî digot em dê alîkariya we bikin û ev 6-7 sal e tiştekê wan nedîtiye.”
Koçber Kemal Murad jî got: “Em di nav sarincê de ne. Têvî ku em li dewletekê neftê dijîn lê gaz bo nîne. Çima koçberiya Iraq ew ser me rawestand, dibêjin ma hûn hejar in. Bila tîmeke bişînin û baş bizanin ka rewşa me çawa ye.”
Kampa ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan ve hate daxistin, lewma jî ji aliyê hikûmetê û rêxistina ve alîkarî nayê dabeşkirin.
Rêveberê Nahiya Sinûnê Xudêda Çûkê jî wiha axivî: “Em daxwaz dikin kî li kuderê bê vegerin bo cihê xwe daku alîkarî ji wan re were kirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse