Li Qamişlo çandina daran
Hewlêr (Rûdaw) - Di salên şer de li welatê Sûriyê, ji ber kêmahiya sûtemeniyê, ji bo xwe germkirina di zivistanê de, beşk ji daran hatin birîn û wekî êzing hatin bikar anîn.
Herweha li Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî, çekdarên oposizyona Sûriyê û erebên hawirde bê rehim û wijdan, berdewam darên ku xelkê Efrînê bi xuya eniya mezinkiribûn, dibirin û wekî êzing ji xwe re difroşin û dikin pere.
Li aliyekî din, çandiya nû ya daran û hişmendiya avakirinê jî heye, gurûpeke ji 8 kesan bi awayekî xwebexş û bi beşdariya xelkê, dest bi kampîneke çandiniya 4 Miliyon dar li bajarê Qamişlo kirine.
Keziyên kesk in û li vir têne hûnandin.
Grûpeke ji 8 kesî bi awayekî xwebexş û bi beşdariya xelkê dest bi helemeta çandina çar miliyon dar li bajarê Qamişlo kirine.
Mihemed Ceqmaqî ku bi xwe xelkê Efrînê ye û koçberî Qamişlo bûye, bi ferq û cûdahiyê û bi hişk û zûhabûna deverê hest kir û xwest vê yekê biguherîne.
Rêveberê kampîna keziyên kesik jibo çandina daran Mehmûd Çeqmaqî dibêje “Li gor pîvanên cîhanê divê ji sedî 12 û hinek, şînkayî di nava bajaran de hebe, li Qamişlo ji sedî yek û nîv tune, ji sedî 90ê deverê divê bê çandin. Dîmenê herî biêş li vir ku seyrangeh tune ne. Dema ku yek bixwaze here seyranê, diçe ser riya Amûdê û dar tune li ber rûnê, tenê li ber siya otomobîlan rû dinên.”
Sibate û dema kesxandina daran e. Li gor vê projeyê, şifên daran ku di dema kesxandinê de ji darên tên rakirin, nayên avêtin û di tûran de têne çandin û piştî salekê ji xwedîkirinê, wê li ser malan bên belavkirin daku her kes, biçîne.
Lêçûna vê projeyê sifir e, karê bi destan e û serederiya pereyan tê de tune. Kompanyeke taybet, tûran ji bo çandina şitlan dide û biryare beşek ji rêxistina civaka sivîl jî otomobîlan dabîn bike.
Beşdarvan Fadiya Silêman jî got “heya darekî jêkin, em ê hezarî biçînin heya ku ji min bê , ezê bêm.”
Di salên şer de û ji ber nebûn sûtemeniyê, kurdên Rojavayê kurdistanê di zivistanê de ji bo germkirinê beşek ji daran birîbûn.
Her çende, çalakvan û jîngehparêzan beriya niha ji bo çandina daran çend kampîn destpêkirin ku li Qelacê Hilêliyê 600 dar û şaredariya bajêr jî 4200 dar di nava parkan de çanbdibû, lê têrê nake.
Rêveberê beşê jîngehê di şaredariya Qamişlo de Inad Elî diyar kir ku “Temenê cîbicîkirina vê pirojeyê 5 sal dibe û li gorî axaftina xwediyên wê, eger hat û xelk pabend bûn, wê bajareke şîn ava bibe.”