Demhat Şêx Elî vegeriya nav malbata xwe

26-02-2021
RÛDAW
Piştî belavkirina nûçeya wî di Rûdawê de ew vegerandin mal
Piştî belavkirina nûçeya wî di Rûdawê de ew vegerandin mal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê Demhat Şêx Elî yê 16 salî piştî belavkirina nûçeya wî di Rûdawê de ew vegerandin malê.

Roja 28ê meha borî hevjîna şehîdekî û dayîka 2 şehîdan Besê Terbûş, hatibû ser ekrana Rûdawê û bang li rayedarên Rêveberiya Xweser kiribû, ku kurê wê yê 16 salî vegerînin.

Kurê wê Demhat Şêx Elî ji bo perwerdeya leşkerî biribûn. Dayika wî ku li kampa Waşokanî dijî, li navenda Rûdawê ya li Qamişlo, behsa serpêhatiya xwe kiribibû û daxwaza vegerandina kurê xwe yê 16 salî kiribû.

Demhat Şêx Elî , sala 2019an tevlî hêzên leşkerî bibû, li Reqa û Kobanî bibû şervan û çek hilgirtibû, wê demê temenê wî 14 sal bû.

Di 22 meha Kanûna 2020an de biryarê dide vegere nav malbata xwe. Vedigere mal. Lê 21ê  meha borî ew li kampê tê girtin û ji bo cihekî ne diyar hatibû birin.

Wê dayîkê bang kir û banga wê gihişte cihê xwe. Kurê wê Demhat vegerandin, ew niha li cem diya xwe ye, êdî ew dayîka 2 şehîdan, ku ji mala wê 3 kes şehîd bûne, bi xweşiya vegera kurê xwe dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst