88 jinên Êzidî perwerdeya leşkerî bi dawî kirin

Duhok (Rûdaw) – 88 jinên Kurdên Êzidî yên di nava Fermandariya Pêşmergeyan a Zêrevanî li navçeya Şêxan a Duhokê de, xula leşkerî dîtin û xebatên xwe yên perwerdeyê qedandin û niha şarazane di teqandina top û çekên qurs de.

Li navçeya Şêxan a Duhokê 88 keçên Kurdên Êzidî 47 rojan rahênan wergirtin û ji bo wan merasîmek hat lidarxistin û wan jî bi cilûbergên serbazî nimayiş kirin.

Piştî bidawîbûna xula 47 rojî ku têde fêrî zanista serbazî û çekê dibûn, Nofa Xelef a 26 salî ya xelka Şingalê ye, dibêje ew êdî bi asanî dikare çekê bikar bîne.

Pêşmerge Nofa Xelef dibêje: “Bi rastî li ba min ti ferq û cudahî nîne çi jin be çi kur be îro berevaniyê li miletê xwe bike. Gelek asayî ye bi çekê em jî li her cihekê mil bi mil ligel birayên xwe yên Pêşmerge berevaniya miletê xwe bikin.”

Sala 2015 hêzeka pêşmergeyên keçên Şingalê hat pêkînan ku 47 kêç te de beşdar bûn paşî hejmara wan zêde bûye û bûne 88 keç. Niha jî hejmareke keç hene ku dixwazn bibin Pêşmerge lê hejmara wan diyar kiriye.

Efsera Pêşmerge Xatê Elî jî got: “Niha 88 pêşmergeyên me yên jin hene, lê bi hezaran keç û jin hene ku weke xwebexş dixwazin bibin Pêşmerge û berevaniya miletê xwe bike. Eger wan nezaniya pêşmergetî tişteke pîroz e û sistema wê ji hêzê cuda ye ew daxwaz nedikirin bibin Pêşmergeyên Kurdistanê.”

Keçên Şingalê meşq û rahênanên şiyanên laşî û çekî wergirtîne, rojane heşt saetan meşq û rahênan dikrin.

Fermandeyê Pêşmergê Zêrevanî Ezîz Weysî jî got: “Rojane 8 demjimêran meşq û rahênan dikrin, ne devê mesîrê de derdikeve  ka çend zîrek û baş bûn, di dema û teqekorinê de li astekê gelekê bilind fêrî gelek tiştan bûne.”