Nêçîrvan Barzanî: Seîd Yûsif dê her tim di bîra me de zindî bimîne

26-02-2020
RÛDAW
Nîşan Seîd Yûsif Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Hunermendê navdar ê Kurd Seîd Yûsif xizmeteke mezin a muzîk û strana Kurdî kir” û tekez dike, “Ew dê her tim di bîra me de zindî bimîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya hunermendê Kurd Seîd Yûsif peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Em bi koça dawiyê ya hunermendê navdar ê Kurd Seîd Yûsif pir bi ber ketin. Wî hemû jiyana xwe da hunerê û xizmeteke mezin a muzîk û strana Kurdî kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha amaje bi wê dike, Seîd Yûsif, “li pey xwe sermayek mezin û dewlemend a hunerî hişt” û tekez dike, “Ew dê her tim bi deng, awaz û bi hunera xwe ya bilind di bîra me de zindî bimîne.”

Piştî xizmeteke dûr û dirêj bo hunera Kurdî, hunermendê navdarê Kurd Seîd Yûsif îro li nexweşxaneyeke bajarê Stenbolê li Tirkiyê koça dawî kir.

 

Hunermendê navdar ê Kurd Seîd Yûsif  sala 1947an li bajarê Qamişloyê ji dayik bûye û zêdetirî 50 salan mijûlî karê hunerî bû û ji bo huner û muzîka Kurdî xebat kir.

Seîd Yûsif gotinên stranan dinivîsand, awaz çêdikir û stran jî digotin.

Wî di salên 1970ê de li Lubnanê komeke muzîkê ya bi navê Newroz damezrand. Ew wek yekemîn kes tê naskirin ku amûra muzikê ya bisqê anî Rojavayê Kurdistanê.

Hunermendên navdarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, Seîd Yûsif herwiha zêdetirî di warê hunerî 25 xelatên navxweyî û navdewletî yên de wergrtiye. Li Zanîngeha OPsala ya Swêdê jî wek rêzgirtinek jibo hunera wî, wêneyê wî li hobeyekê dersê hatiye danîn.

Rêxistina UNESCOyê di sala 1973ê de li Parîsê bi wêneyê Seîd Yûsif li ser qewanekî zêrîn û bi nexş, nîgar kiriye. Herwiha peymangehekê muzikê yê Norvecê peykerê wî yê bronzî çê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst