Galeriya wêneyan

26-02-2019
48 Photos
Mihemed Şivanî

Hewlêr (Rûdaw) – Merasîma pêşkêşkirina Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî duh duşemî li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin û di wê merasîmê de yekemîn Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bi peyamnêra kanala El An TV a Erebî, Jenan Moussa hat dayîn.

Îsal duyemîn salvegera şehîdbûna Şîfa Gerdî bû û ew cara yekê bû ku merasîma pêşkêşkirina Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî hat sazkirin.

Di merasîma xelatê de, li ser vexwandina Tora Medyayî ya Rûdawê, serokomarê berê yê Fransayê François Hollande jî amade bûbû û wergira xelatê Jenan Moussa xelat ji destê Hollande wergirt.