Mîrê Kurdên Êzidî piştî 3 salan vegeriya Başûrê Kurdistanê

26-02-2017
RÛDAW
Mîrê Kurdên Êzidî vegeriya Herêma Kurdistanê
Mîrê Kurdên Êzidî vegeriya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî 3 sal mana li Almanya, îro Mîrê Kurdên Êzidî yên li hemû cîhanê, Mîr Tehsîn Beg ji Almanya ve vegeriya Başûrê Kurdistanê.

 

Îro yekşemî 26ê Sibata 2017ê, Mîrê Kurdên Êzidî yên hemû cîhanî, Mîr Tehsîn Beg bi rêya Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê vegeriya Herêma Kurdistanê.

 

Mîr Tehsîn Beg li Firokexaneya Hewlêrê ji aliyê gelek berpirsên hikûmetê û partiyên siyasî ve bi germî hat pêşwazîkirin.

 

Rêvebirê Giştî yê Karûbarên Kurdên Êzidî yê li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, Xeyrî Bozanî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand:  “Heyama 3 salan e ku Mîr Tehsîn Beg nevegeriyaye Herêma Kurdistanê. Vegera wî bo Kurdistanê jî piştî heyameke dirêj, li cem Kurdên Êzidî xwedî giringiyek taybet e”.

 

Vegera Mîr Tehsîn Beg di demekê de ye, ku roja çarşemiyê 22ê Sibata 2017ê, xanim Tirko Şêx Cindî Yekem hevjîna wî di temenê 75 saliyê de bi sedema nexweşiyê li navçeya Şêxanê koça dawîn kir.

 

Hejmara Kurdên Êzidî li seranserî cîhanê zêdetirî 1 milyon kesî ye ku piraniya wan li Başûrê Kurdistanê û bi taybet li devera Şingalê dijîn.

 

Li gorî amarên nefermî, zêdetirî 550 hezar Kurdên Êzidî li Başûrê Kurdistanê dijîn.

 

Mîr Tehsîn Beg:

 

Mîrê Kurdên Êzidî ye.

Nûneratiya Kurdên Êzidî dike.

Sala 1933an ji dayik bûye.

sala 1944an piştî mirina bavê wî, bi xwe bûye mîrê Kurdên Êzidî.

sala 1962an çûye Ewroapyê û heyama salekê li Brîtanya û Almanya akincî bûye.

Di destpêka sala 1970î de, beşdarî di Şoreşa Îlonê de kiriye.

Sala 1975ê piştî şikesta şoreşê, awareyê Îranê bûye.

Sala 1976ê berê xwe daye Ewropayê û heta 1981ê li Londonê maye.

Di 1981ê de biryara lêborînê jê re derketiye û vegeriyaye Iraqê.

Zimanên Kurdî, Eerebî, Îngilîzî û Farsî dizane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst