PSK: Qedexekirina Rûdawê xizmeta doza Kurd nake!

26-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) derbarê qedexekirina kare Rûdawê li Kobanî de ragihand, qedexekirina xebatên Rudawê binpêkirina azadiya bîr û bawerî û azadiya çapemeniyê ye.

PSKê li ser qedexekirina xebatên Tora Medyaya Rûdawê li Kobanî daxuyaniyek da û têde ragihand, qedexekirina Rûdaw xizmetê doza Kurd nake!

 

Di daxuyaniya PSKê de wiha hat gotin: “PKK û hevalbêndên wê ne tenê di Kurdistana Rojava, Bakur û Başurê kurdistanê jî gelek caran êriş birine li ser karmendên Rudawê, nehiştine karê xwe bikin û gelek caran jî ambargo danîne li ser Rudawê.”

 

PSKê amaje kir dema ku Kobanî ketibû ber êrişa DAIŞê, Rudawê bibû dengê berxwedan û rewşa Kobanî û bûyerên li Kobanî ji bo civaka navneteweyî radigihand.

 

Berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Qedexekirina kar û xebata Rudawê binpê kirina azadiya bîr û bawer e, binpêkirina azadiya çapemenî û ragîhandin e, ku dagirkerên Kurdistanê her tim ev ye kiriye û dike jî.”

 

PSKê bang li rêveberiya Kantona Kobanî dike û radigîhine: “Bila PKK-PYD wekî dagirkerên Kurdistanê pêşiya xebata medyayê azad negrin, ji ber ku binpêkirina mafên mirovan, azadiyan xizmeta doza gelê Kurd nake.”

 

Konatona Kobanî duh bi awayekî fermî karê Rûdawê li Kobanî bi hêceta “karê neprofesyonel yê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê di veguhestina nûçeyan de û ji ber ku xelkê gellekî gilî kirine” qedexe kiribû.

.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst