YPGê operasiyonên xwe li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê raswestandin

26-02-2014
Cotyar Murad
A+ A-

Rûdaw (Hewlêr)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ragihand ku wê operasiyonên xwe li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê rawestandin “li ser xwesteka rêveberiya xweseriyê daye.”

Di daxuyaniyeke çapemeniyê de, ku îro roja 26 mehê hate weşandin, YPGê, ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye,  ragihand ku wê, li ser daxwaza Birêveberiya Kantonan hemû çalakiyên xwe, yên şer, êrîş û operasyonan li herêmên Cizîrê, Kobanî û Efrînê rawestandin.

Li gor daxuyaniya YPG, ew her wiha çalakiyên xwe yên leşkerî li bajarên weke Reqa, Heleb jî, ku Kurd li wan deran dimînin, radiwestîne.

Di beşekî din de, YPGê da zanîn ku “Ewê di rewşa parastinê de bimîne” lê ew dê bersiva her êrîşekê jî bidin “Çi di rêya êrşîan de be yan jî bi rêya bombeyan re be.”

Herwiha YPGê di daxuyaniya xwe de amaje dike ku ev biryar li ser xwesteke berpirsên rêveberiya xweserî û şêwirmendê desteya bergiriyê, standiye.


Di dawiyê de YPGê ew tekez li ser “Têkiliyên civakî û pêkvejiyana di navçeyn Cizîre, Kobanî û Efrînê, di navbera hemû pêkhatan de dikin”.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst