Li Rojavayê Kurdistanê rojane 1480 ton ard li kantonan tê belavkirin

26-01-2025
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Ard Ebdulhemîd Ebdulhecîd Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ragihand rojane hezar û 480 ton ard li Rojavayê Kurdistanê tê belavkirin.

Hevserokê Ofîsa Firneyan a Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Ebdulhemîd Ebdulmecîd li ser belavkirina ard a li Kantona daxuyaniyek da.

Ebdulhemîd Ebdulmecîd da zanîn ku ku rojane hezar û 480 ton ard li hemû kantonên Herêma Bakurrojhilatê Sûriyeyê tê belavkirin.

Her wiha Ebdulmecîd diyar kir ku ew jî bi rêya rêvebirî, komîte, encûmen û komînên ser bi kantonan û li gorî nifûsa her kantonekê ard li firneyan tê dabeşkirin.

Hevserokê Ofîsa Firneyan a Rêveberiya Xweser Ebdulhemîd Ebdulhecîd wiha anî ziman:

"Pêvajoya belavkirina ard a li navçeyên Rêveberiya Xweser li bakurrojhilatê Sûriyeyê bi hevahengiya navbera rêvebiriyên firneyan ên li her kantonê û encûmenên bajarok û bajarokan dibe.

Mekanîzmaya dabeşkirina ard li gorî hejmara niştecihên li wê navçeyê dimînin dibe, bêyî ku ti ferq hebe çi firne fermî be yan taybet.

Rojane hezar û 480 ton ard li hemû kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê bikaranîn, di heman demê de jî rêveberî û encûmenên kantonan çavdêriya firneyan dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst