Li Sêwazê kûçikekî 4 kes birîndar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, kûçikekî bi xwedî êrişî 4 kesan kir û ew birîndar kirin.

LI Taxa Huzurê ya Sêwazê, duh kûçikekî bi xwedî li kolanê êrîşî N.B. û keçên wê A.B. ya 7 salî û Î.B. ya 3 salî kir.

Di encama delvêkirina kûçik de dayik û her du keçên wê birîndar bûn.

Kûçik êrişî welatiyê bi navê Îsa Demir ê ku çû alîkariya dayik û keçên wê jî kir.

Tîmên tenduristiyê her çar kesên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Numuneyê ya Sêwazê û niha li wê derê tên dermankirin.

Şaredariya Sêwazê dest bi ser kûçik de girt û ew bir wargeha kûçikan a şaredariyê.

Ji aliyê din ve kesên birîndar xwediyê kûçik gilî kir.

Dîmenên dema êrişê ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hatin tomarkirin.