DEM Partiyê daxuyanî da: Gelo pêşhilbijartina berbijêrên Şaredariya Amedê betal bû?

26-01-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Pêşhilbijartin Şaredariya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê li ser pêşhilbijartina berbijêrên Amedê û îdiayên ku derketine holê daxuyanî da û got, “Partiya me berbijêr diyar nekirine. Berbijêrê ku gelê me hilbijartiye heye.”

Berbijêrê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Garîp Kandemîr, di hemû pêşhilbijartinan de bûbû yekemîn.

Piştî ku pêşbihilbijartin hatin betalkirin, di gera duyemîn a pêşhilbijartinê de rikberê wî Dogan Hatun ku di gera yekem de di rêza çaremîn de bû bi ser ket.

Garîp Kandemîr têkildarî pêvajoya pêşhilbijartinê, li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Kandemîr got, “Di pêşhilbijartinê de operasyona ferasetê hat meşandin, ez kirim hedef. Ez dê daxuyaniyeke berfireh bidim.”

Piştî parvekirina Kandemîr, DEM Partiyê daxuyanî da

Garîp Kandemîr daxuyaniya ku behsê dikir neda lê Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî da.

DEM Partiyê di daxuyaniyê de got:

“Hevalên berbijêr û malbatên wan ji bo me gelekî binirx in û nabin mijara karvedanên heyî.

Em li dijî her cure feraset û polîtîkayên tinekirinê ne.”

Berdewamiya daxuyaniya DEM Partiyê wiha ye:

“Pêvajoya hilbijartina gel a ji bo hilbijartinê herêmî bi rê ve diçe ku ji me re qonaxeke girîng a têkoşînê ye.

Em li hemberî wan kesan in ku dixwazin pêvajoyê reş bikin ango li hemberî polîtîkayên ferasedê yên ku nirxên me îstismar dikin.

Divê were zanîn ku em dê bi berxwedaneke rêxistinkirî bidin meşandin.

Hemû feraset, tawan û îdiayên ku li ser berbijêrên me tên kirin, ji xizmeta partiya me û gelê me dûr in.”

“Partiyê ti berbijêr diyar nekirine”

Rêxistina Parêzgeha Amedê ya DEM Partiyê diyar kir ku hemû berbijêrên ji bo hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serlêdan kirine, bi salan e di nava têkoşînê de cih digirin û got:

“Wekî tê zanîn berbijêrên me di pêşhilbijartinê de pêşbazî kir.

Ji ber vê sedemê partiya me ti kesî bi taybetî hilnebijartiye. Berbijêrê ku gelê me hilbijartiye heye.

Di çarçoveya vê rastiyê de em diyar dikin ku em dê hemû nirxên xwe hembêz bikin û bi gelê xwe re di qada siyaseta demokratîk de li dijî her cure polîtîkayên şerê taybet têbikoşin.”

Li aliyê din DEM Partiyê encama pêşhilbijartina tora duyemîn bi awayekî fermî parve nekir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst