Amerîkayê êrişa li Kormorê şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir.

Şeva borî bi mûşekan êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê hat kirin.

Êriş bûbû sedema şewîtina depoyeke gaza xwezayî û ti ziyanên canî çênebûbûn.

Piştî bûyerê timên agirvemirandinê û ambulans çûbûn cihê bûyerê û hêzên ewlehiyê jî dest bi lêkolînê kiribû.

Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û ev êriş şermezar kir.

“Bi milyonan kes bê kareba man”

Alina Romanowskiyê amaje pê kir ku gelek kes bê kareba mane û got:

“Ez êrişa li Qada Gazê ya Kormorê ya li Herêma Kurdistanê ya Îraqê şermezar dikim.

Vê êrişê xisar gihand jêrxanê û bû sedema ku bi milyonan kes bê kareba bimînin.

Amerîka ji bo piştgiriya ewlehî û serweriya Îraqê, Herêma Kurdistanê jî di nav de li kêleka hemû hevkarên xwe ye.”

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê bajarojê Qadir Keremê yê qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, pêşverbirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.