Ji bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayin
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 9 parêzgehên Tirkiyeyê hişyariya berfa zêde da.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê îro li parêzgehên Xarpêt, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Şirnex, Colemêrg, Wan, Erzingan, Dêrsim û Meletiyê berfeke zêde dibare û li 9 parêzgehên Tirkiyeyê jî bi heman rengî ye.
Herwiha hat ragihandin ku li parêzgehên Semsûr, Agirî, Amed, Erzirom, Dîlok, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Êlih û Erdexanê jî li gel berf û baranê dê bahoz jî hebe û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Li gel berfê bi taybetî jî demjimêrên êvarê ji ber cemedê dê çûnûhatina welatiyan jî zehmet bibe û saziyên pêwendîdar derbarê vê yekê de hişyarî dane.
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê zêdeyî 3 roj in berf dibare û welatî di jiyana rojane de rûbirûyî zehmetiyan dibin.
Li parêzgehên Wan, Bêdlîs, Mûş û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, doh ji ber berfê rêyên 381 gundan hatibûn girtin.