Nivîskar Ekrem Hisên li Qamişloyê hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Ekrem Hisên li Qamişlo piştî 2 rojan serbest hat berdan.

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Ekrem Hisên li Qamişloyê ji pêr ve winda ye bûbû û çarenivîsa wî ne diyar bû.

Lê îro hat zanîn ku ew ji aliyê hêzeke çekdar ve hatibû birin.

Ekrem Hisên ku îro hat berdan ji Rûdawê re got ku ew ji aliyê hêzeke çekdar ve hatibû birin lê ji wî re negotine ew ser bi kîjan hêza leşkerî ve ne.

Ekrem Hisên herwiha da zanîn ku kesên ku ew birine tenê gotine ku ew hêzeke Rêveberiya Xweser in.

Ekrem Hisên herwiha endezyarê komputerê ye û di heman demê de Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) ye.