Otomobîleke Hewlêrê li Silopiyayê qeza kir: 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê otomobîla welatiyekî ji Başûrê Kurdistanê û barhilgirek li hev qelibîn. Di bûyerê de 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Çavkaniyeke taybet ji navçeya Silopiyayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku danê êvarê li ser rêya sereke ya Deriyê Sînorî yê Xabûrê otomobîleke bi plakaya Hewlêrê û barhilgirek li hev qelibîne.

Wê çavkaniyê diyar kir ku di bûyerê de 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û li nexweşxaneyê birînên wan tên dermankirin.