Gabar: Berhemanîna rojane ya petrolê 35 hezar bermîl derbas kir

26-01-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ragihand ku li Çiyayê Gabarê berhemanîna rojane ya petrolê gihîştiye 35 hezar û 61 bermîlî.

Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li ser hesabê xwe yê tora civakî amarên li ser petrola ku li Çiyayê Gabarê yê Şirnexa Bakurê Kurdistanê tê berhemanîn belav kirin.

TPAOyê ragihand ku li 28 bîrên li Çiyayê Gabarê berhemanîna petrolê rojane gihîştiye 35 hezar û 61  bermîlî û got:

“Me li Gabarê rekora yekem a salê tomar kir. Armanca me heta dawiya 2024an jî rojane berhemanîna 100 hezar bermîl petrol e.”

Li gorî Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê yedeka petrola ku li Şirnexê hatiye dîtin 150 milyon bermîl in, bihayê wê jî 12 milyar dolarên Amerîkî ne.

Di roja dawî ya sala 2023yan de 7 hezar û 714 bermîl petrol li bîrên Şirnexê hatibûn berhemanîn. Bi vê yekê jî di berhemanîna petrolê de Şirnex bûye yekem parêzgeh.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst