Li Mereşê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksunê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erd hejiya.

Erdhejê demjimêr 04:47an rû da û mezihaniya wê 3,8 pile bû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,41 kîlometre bûye.

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Ji wê demê ve erdhejên paşekî berdewam dikin.