DAIŞê êrîş xala leşkerî ya HSDê kir: kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojhilatê Dêrezorê, hejmarek ji çekdaran êrîşî xaleke pişkinînê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin, û di encam de 2 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane.

Li gor çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser, êrîş roja Çarşemê 25ê Çileya 2023 li bajarokê El-Hewayic ku dikeve 40 kîlometriya rojhilatê Dêrezorê çêbûye.

Meclisa Leşkerî ya Hecînê li Dêrezorê di daxuyaniyekê de ragihandiye, di êrîşeke çekdarî de bo ser rêbendeke pişkinînê li bajarokê El-Hewayic li rojhilatê Dêrezorê 2 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.

Di êrîşê de herwiha şervanekî din ê HSDê birîndar bûye.

Meclisa Leşkerî ya Hecînê beşek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye.

Li aliyekî din, ajansa Amaq a DAIŞê ragihandiye, êrîş ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kirin. Li gor wê ajansa DAIŞê jî, di êrîşê de 2 endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk canên xwe ji dest dane.

Têkildarî êrîşê heta niha ti daxuyaniyek ji aliyê HSDê ve nehatiye dan.

Li gor agahiyên çavkaniyên xwecihî, piştî êrîşê hêzên HSDê hemû rêyên çûn û hatinê yên bajarokê El-Hewayic girtin û ji bo dîtina êrîşkaran dest bi operasyoneke lêgerînê kirine.

Roja 24ê Çileya 2023 jî, HSDê bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî li bajarokê Şihêl li rojhilatê Dêrezorê 3 endamên DAIŞê girtibûn.