Hikûmeta Kurdistanê: Bi saya Dadgeha Federal ti rê nîne ku pirsgirêk çareser bibin

26-01-2023
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dadgeha Federal a Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku şandina mehane 200 milyar Dînar bo Herêma Kurdistanê wek neyasayî bi nav kir, daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Dadgeha Federal dîsa dijayetiya xwe bo mafên destûrî û heqên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê dubare kir.” Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, “Dadgeha Federal a Iraqê bi awayekî ne destûrî hatiye avakirin, lewra nikare weke dadgeheke federal biryaran bide û bang li Bexdayê kir, biryayên wê dadgehê cîbicî neke.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya roja Çarşemê 25ê Çileya 2022an de ragihand, mixabin careke din Dadgeha Federal dijayetiya xwe bo mafên destûrî û heqên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê dubare kir û got: “Ev helwesta nû ya vê dadgehê, tekezîkirina li ser domandina siyaseta nerewa û dijayetiya xwe ya li hember Herêma Kurdistanê nîşan dide.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê duh biryarên Civata Wezîran a Iraqê yên derbarê şandina 1 tirîliyon û 3 milyar dînar bo Herêma Kurdistanê weke ne qanûnî bi nav kirin û diyar kir, şeş biryarên civata wezîran a Iraqê yên ji bo şandina pere bo Herêma Kurdistanê ne destûrî ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, di vê demê de ku atmosfêreke erênî û nêzîkbûnek di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de çê bûbû ji bo rêkeftin û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê, lê belê “mixabin” dadgehê li şûna ku piştevaniya vê keş û hewaya erênî bike, “di biryareke nerewa û li dijî xelkê Kurdistanê de, rêgirî li şandina wê budceyê kir ku biryar bû ji aliyê Hikûmeta Federal ve bo Herêma Kurdistanê were şandin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn car şanda xwe şandiye Bexdayê û di serdana herî dawî de jî, li Bexdayê gotûbêjên gelek berhemdar hatin kirin û herdu aliyan niyetpakiya xwe ji bo çareserkirina kêşeyan di çarçoveya destûrê de û li gor wê karnameya ku aliyan li ser wê li hev kirine, dubare kirine.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Herêma Kurdistanê, herêmeke federal a destûrî ye û ev biryar, binpêkirina eşkere ya destûra Iraqê ye. Herwiha li dijî rêkeftina aliyên îdareya dewletê ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû û li dijî karnameya wezarî ya hikûmeta Iraqê ye ku ji aliyê parlamentoyê ve hatiye pesendkirin û tê de di birgeyekê de bi zelalî behsa xwedûrxistina ji her rêkarekî dike ku kêşeyan aloztir bike. Loma em vê biryara Dadgeha Federal, ne tenê wek biryareke li dijî Herêma Kurdistanê, di heman demê de li dijî hikûmeta nû ya Iraqê û aliyên pêkhênerên hikûmetê dibînin û divê helwesteke wan a zelal û eşkere li hember biryar û reftarên nerewa yên Dadgeha Federal hebe.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje: “Her wek di karnameya wezarî ya hikûmeta Iraqê de jî hatiye ku hemû aliyên beşdar li ser rêkeftin kirine, divê di nava şeş mehan de projeyasaya Dadgeha Federal der biçe, çimkî di siya vê dadgeha niha de, ku li gor destûrê nehatiya avakirin, ti derfetek ji bo çareserkirina kêşeyan tune ye û nabe.”

Di daxuyaniyê de daxwaz ji Bexdayê hatiye kirin ku nekeve bin bandora biryara dadgeha federal û tekez dike: “Herêma Kurdistanê rêz li destûr û yasa û dadgehên rewa digre, lê belê ev dadgeh bi awayekî destûrî pêk nehatiye û nehatiye rêkxistin û nikare wek dadgeheke federal biryar bide, lewma em biryarên wê red dikin û ji Hikûmeta Federal daxwaz dikin, nekeve bin vê biryarê û ji bo şandina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê, pabendî sozên xwe be.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst