Navê balafirxaneya Mêrdînê hat guhertin

26-01-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Balafirxaneya Mêrdînê Recep Tayip Erdogan Prof. Dr Azîz Sancar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Serokomarê Tirkiyê navê Balafirxaneya Mêrdînê hat guhertin û navê professorê Mêrdînî Prof. Dr Azîz Sancar li ser balafirgehê hat danîn.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan biryar da ku navê Balafirxaneya Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê bê guhertin. Bi biryara Erdogan, navê wê balafirxaneyê wek Balafirxaneya Prof. Dr. Azîz Sancar a Mêrdînê hat guhertin.

Biryara guherandina navê Balafirxaneya Mêrdînê di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hat weşandin.

Piştî biryara Erdogan a ji bo guhertina navê balafirgehê, di meha Kanûnê de afîşek bi navê nû li deriyê balafirgehê hat daliqandin.

Prof. Dr. Azîz Sancar kî ye?

Di 8ê Îlona 1946an de li navçeya Savûr a Mêrdînê di malbateke Ereb de ji dayik bûye û, ji 8 zarokên malbatê zarokê heftemîn e.

Xwendina xwe ya seretayî li Mêrdînê qedand. Di sala 1963an de li Fakulteya Tibê ya Stenbolê bû xwendekar û di sala 1969an de xwendina xwe qedand, paşê du salan li navenda tenduristiyê ya Savûrê wek bijîşk xebitî.

Dûv re çû Dallas a Amerîkayê û doktoraya xwe ya biyolojiya molekular li zanîngeha Texas li Dallasê kir.

Teza xwe ya doçentiyê di tamîrkirina DNAyê de li Zanîngeha Yale qedand. Piştre xebatên xwe yên li ser tamîrkirina DNA, rêzgirtina şaneyan, dermankirina penceşêrê û saeta biyolojîk domand. Prof. Dr. Azîz Sancar heta niha 415 gotarên zanistî û 33 pirtûk çap kirine.

Wî Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya 2015an wergirt ji bo lêkolîna xwe ya nexşeyê ku çawa şaneyên ADN-ya zirardar tamîr dikin û agahdariya genetîkî diparêzin. Wî bi Paul Modrich ji Amerîkayê û Tomas Lindahl ê Swêdî re xelat wergirt.

Sancar bi Gwen Boles Sancar re zewicî ye, ku di heman demê de profesoreke biyokîmyayê û endamê fakulteyê ye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst