Li Efrînê mala pîrejineke Kurd a 80 salî talan kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Çençeliya, li nahyeya Raco ya Efrînê, Erebên hawirde ketine mala pîrejineke Kurd û tevahiya tiştên di nava mala wê de dizîne.

Li nahyeya Raco ya herêma Efrînê, li gundê Çençeliya, çend Erebên hawirde ketine mal pîrejineke Kurd ku bi tenê dijî, û tevahiya tiştên nav mala wê ji xwarin, vexwarin, zeyt û hûrûmûrên nav malê dizîne.

Ayşe Elî Bilal, pîrejineke Kurd a 80 salî ye, ew ji gundê Kûtana ye û li gundê Çençeliya zewiciye, lingekî wê şikestî ye û bi tena serê xwe dijî.

Çavkaniyekê ji nav gundê Çençeliya ji Rûdawê re got, malbateke Erebên hawirde ku di nav maleke cîranê pîrejina Kurd dijîn, ketina mala wê û hemû tiştên wê dizîne.

Heman çavkaniyê da zanîn ku wan Erebên hawirde berê jî darzeytûnên xelkê birî ne û niha reviyane û ti kes ji wan nehatiye girtin.

Mafnas Reşîd Elî ku bi xwe xelkê gundê Çençeliya ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got, “Ez şermezar dikim van hêzên opozîsyona Sûriyê li qezaya Efrînê, yên bi karê çeteyî û dizî û kuştinê li Efrînê dikin û herî dawî li gundê Çençeliya bi ser mala jineke mezin girtin, mala wê hemû ji hev xistin û ew bi tenê avêtin derve.”

Gundê Çençeliya ser bi nahyeya Raco ye û 8 kîlometreyan ji navenda bajarokê Raco, û 33 kîlometreyan ji navenda bajarê Efrînê dûr e.

Hejmara nifûsa gund beriya dagîrkirina Efrînê nêzî 1400 kesî bûye.

Ayşe Elî Bilal, 80 salî ye, ji kûtana ye, li Çençeliyê zewiciye, lingekî wê şikestî ye û bi tenê dijî.