Bayram Bozyel: Pêla nijadperest hemû rêxistinên Kurd û Kurdistanî kiriye armanc

26-01-2023
RÛDAW
Bayram Bozyel: Pêla nijadperest hemû rêxistinên Kurd û Kurdistanî kiriye armanc
Bayram Bozyel: Pêla nijadperest hemû rêxistinên Kurd û Kurdistanî kiriye armanc
Nîşan PSK HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) bi serokatiya Bayram Bozyel serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir û bi hevserokê wê Mîthat Sancar re civiya. Bayram Bozyel got, "Me li wir hem bi vê biryara Dadgeha Destûrê şermezar kir û piştgiriya xwe pêşkeşî wan kir. Ji ber ku pêla nijadperest tenê HDP nekiriye armanca xwe, hemû rêxistinên Kurd û Kurdistanî, hemû dezgehên sivîl kiriye armanc."

Şandeke Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) îro Pêncşemê 26ê Çileya 2023an bi serokatiya Bayram Bozyel serdana HDPê kir.

Hat ragihandin ku PSKê di civîna bi HDPê re biryara Dadgeha Destûrê ya derbarê girtina hejmarên bankî yên HDPê û mijara girtina HDPê şermezar kir û piştevaniya xwe ji bo HDPê ragihand.

Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel teqezî li ser giringiya diyalogê û pevguhertina nerînan di nava aliyên bi bandor yên Kurd de kir.

Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser civîna bi HDPê re zanyariyên zêdetir da.

Bayram Bozyel got, “Tirkiye qada siyasetê li Kurdan teng dike, destkeftiyên Kurdan ji destên wan distîne, bi qeyûman û girtina partiyan, qedexeyên li ser çalakiyên Kurdan bi her awayî berdewam in. Di vê çarçoveyê de jî niha girtina partiyan di rojevê de ye. Li ser PSKê du sal in doza girtinê hatiye vekirin.”

Bayram Bozyel li ser doza girtina HDPê jî anî ziman, “Biryar hatibû dayîn ku dest daynin ser alîkariya budceyê ji bo HDPê û îro jî biryar hat dayîn ku berî hilbijartinê wê rûniştin çê bibe li Dadgeha Bilind ji bo girtina HDPê. Em vê bi her awayî wek hewlên xeter dibînin û şermezar dikin.”

Bayram Bozyel diyar kir wan ji ber ku destkeftên demokratîk di metirsiyê de ne serdana HDPê kirine û anî ziman, “Me li wir hem bi vê biryara Dadgeha Destûrê şermezar kir û piştgiriya xwe pêşkeşî wan kir. Ji ber ku pêla nijadperest tenê HDP nekiriye armanca xwe, hemû rêxistinên Kurd û Kurdistanî, hemû dezgehên sivîl kiriye armanc. Êdî li ser opozîsyona Tirkiyê jî zext zêde bûne, heta ji destê wan tê qadê li wan teng dikin.”

Bayram Bozyel destnîşan kir ku divê hemû aliyên opozîsyonê li dijî vê yekê di nava diyalogê de bin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê roja 14ê Gulana 2023an dê hilbijartinên giştî û yê serokkomariyê werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst