Encûmena Dadwerî ya Kurdistanê: Dadgeha Federal ne destûrî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê dibêje ku Dadgeha Federal a Iraqê ne destûrî ye pêwîst e pêdaçûn bi pêkhateya wê dadgehê de bê kirin.

Serokê Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê Ebdulcebar Ezîz Hesen îro Pêncşemê 26ê Çileya 2023an li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê pereyên Herêma Kurdistanê de diyar kir ku divê bi rêya yasayeke nû ku li gorî destûrê, bi taybet madeya 92 ku bi zelalî behsa mekanîzma damezirandina dadgeha federalî dike pêdaçûn were kirin.

Ebdulcebar Ezîz Hesen her wiha dibêje nabe ku di vê qonaxê de Dadgeha Federal a Iraqê bi çavê piranî û kêmîne biryarê bide û cudahiyê di navbera pêkhateyan de bike, bi taybetî jî di mijara mûçeyê de ku divê dûr be ji her destwerdaneke siyasî. 

Serokê Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê daxwazê ji hemû aliyan dike ku li şûna alozkirina pirsgirêkan, li pey çareseriyên destûrî bigerin û yasayeke nû amade bikin ji bo avakirina dadgeha federalî ku tê de mafê hemû aliyan parastî be û naveroka destûra sala 2005an cîbicî bike ku hemû pêkhateyên Iraqê deng danê.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê roja Çarşemê 25ê Çileya 2023an li ser giliya parlamenterê serbixwe û endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Mistefa Senad û Parêzgarê Wasitê Mihemed Meyahî ya derbarê şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê civiya.

Her du kesên ku gilî tomar kirine daxwaza betalkirina biryarên jimare 8 ya sala 2022 û jimare (401, 257, 226, 194 ya sala 2021) yên Encûmena Wezîrên Iraqê dikin ku piştevaniya şandina 200 milyar dînar bo Herêma Kurdistanê kirine.

Doza bi jimareya 170/Federal/2022, berê sê caran hatibû taloqkirin, cara dawî di 18ê vê mehê de û Dadgeha Federal îro dîsa li ser civiya.

Send di vîdyoyekê ji nav Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê de dibêje, “Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê hemû biryarên encûmena wezîrên Iraqê yên li ser şandina pereyan ji bo Herêma Kurdistanê betal kir, ku li dijî yasa û destûrê ye.”