Asayîşa Silêmaniyê girtina 3 emîrên DAIŞê û 4 kesên din ragihand

26-01-2023
RÛDAW
Nîşan Asayîşa Silêmaniyê DAIŞ Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Silêmaniyê desteserkirina 7 tohmetbaran ragihand ku 3 ji wan di nav DAIŞê de Emîr bûne.

Rêveberatiya Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê îro di daxuyaniyekê de ragihand, di çend operasyonan de ku di 23 û 24 vê mehê de hatine kirin 7 tohmetbar hatine desteserkirin

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku “operasyon bi biryara Asayişa Herêma Kurdistanê û piştî wergirtina razîbûna dadwer” hatiye pêkanîn.

Li gorî daxuyanya Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê, ew 7 tohmetbar  li gorî “maddeya 4 a terorê” hatine desteserkirin, xelkê parêzgehên naverast û başûrê Iraqê ne û ji bo ku xwe veşêrin li ser navê karkirinê çûbûne Çemçemal û Baziyanê. 

Rêveberatiya Asayîşa Rojavayê Silêmnaniyê da xuyakirin ku , piştî lêkolînan eşkere bûye ku 3 ji wan girtiyan di nav DAIŞê de “Emîr” bûne, û tevahiya wan bo pêşiya dadwer hatine şandin.

Hatiye diyarkirin ku kesên desteserkirî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve jî biryara girtina wan hatibû dayîn, lê hêzên emnî yên Iraqê nekarîbûn wan desteser bikin.

Navê kesên desteserkirî jî H.M.H, E.M.H, C.M.H, Q.S.M, M.Ê.Î, B.E.E û I.I.E hatiye ragihandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst