Ji HSD û hevpeyamaniya navdewletî pêngaveke hevbeş

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzê Sûriya Demokratîk (HSD) li Reqayê odeya operasyonê ya hevbeş ligel Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî şaneyên DAIŞê ragihand.

Ofîsa Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk daxuyaniyek belav kiriye, tê de hatiye, Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û HSDê, di berengarbûn û jinavbirina êrîşên DAIŞê de berdewam in, û ji bo vê mebestê jî, hejmarek ji operasyonan li navçeya Reqayê encam dan.

Li gor daxuyaniyê herwiha odeyeke hevbeş a operasyonan di bin navnîşana “Odeya Operasyonên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê” hatiye ragihandin.

Odeya Hevbeş a Operasyonan bi piştgiriya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ye, ji bo armanckirina şaneyên DAIŞê û jinavbirina veşargehên wan.

Ew operasyon ji demjimêr 12:00yê şeva Çarşemê 25ê Çileya 2023yan hatin destpêkirin û navçeyên Reqa, Tebqa, El-Kerame û Sirrîn û gundwarên wan li xwe digirin.

60 endamên şaneyên veşartî yên DAIŞê hatin girtin

HSDê herwiha ragihand ku endamên şaneyên veşartî yên DAIŞê li parêzgeha Reqayê hewl dida kenalên pêwendiyan ligel hin grûpên din ên çekdar vekin, lê di çarçoveya Odeya Hevbeş a Operasyonan, li di bin navnîşana  “Odeya Operasyonên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê” de, HSDê bêhtir ji 60 endamên wan şaneyan girtin.

Roja 26ê Kanûna 2022yan, li bajarê Reqayê, çekdarên DAIŞê bi êrîşekê rabûn, di encamê de 6 şervanên HSDê canê xwe ji dest dabûn.

Ji sala 2017yan ve rêxistina DAIŞê ji aliyê leşkerî ve, li Reqayê hatiye jinavbirin, lê hêj şaneyên wê yên veşartî kar dikin.