Li Çewlîgê tîm bê navber rêyan vedikin

26-01-2022
Ferdî Sak
Tîmên Rûbirûbûna Berfê yên parêzgeha Çewlîgê, rêyên navçeyê ji berfê paqij dikin. Wêne: AA
Tîmên Rûbirûbûna Berfê yên parêzgeha Çewlîgê, rêyên navçeyê ji berfê paqij dikin. Wêne: AA
Nîşan Çewlîg Bakurê Kurdistanê Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hinek deverên parêzheha Çewlîgê zêdeyî metrekê berf bariyaye. Tîmên Rûbirûbûna Berfê yên parêzgeha Çewlîgê tevî metirsiya çêbûna aşûtê, ji bo silametiya welatiyan bê navber bi makîneyên kar rêyên navçeyê ji berfê paqij dikin.

Bunyamîn Agîtoglu, Rêveberê Îdareya Taybet a Çewlîgê dibêje, “Hevalên me gelek zêde dixebitin. Niha ji bo wan demekî diyarkirî ya xebatê nîne. Ji sibeyê destpêdikin û hev diguherin bi vî awayî berdewam dikin. ji ber ku şert û mercên zivistanê giran in em her  karmendekê du karmendan pê re dişînin.”

Rêya bi dirêjahiya 4 hezar kîlometrayan di berpirsyariya van tîman de ye.  Ew ji  105 kesan pêktên û bi  52 makîneyên paqijkirina berfê rêyên gund û bajarokên  navçeyê  vedikin.  Ji bo wan ne şev ne jî  roj heye. 

Murat Çulun, Şofêrê Makîneya Kar dibêje, “Bi piranî dema mij çêdibe em pêşiya xwe nabînin. Em di şert û mercên xirab de kar dikin. ji ber ku nexweş hene divê em alîkariya wan bikin û  rêyan vekin. Em hinek caran bi şev heta sibeyê li ser rêyan asê dimînin. Ji ber ku tîm pê re nagihin her der tê girtin.”

Tîm destpêkê rêya wan gund û navçeyên ku nexweş li wan hene vedikin. Ew tenê di yek rojê de li hewara derdora  60 nexweşan çûne û rêyên gundên wan vekirine daku bo nexweşxaneyan bên veguhastin.

Hasan Bozkurt, nişteciyekî Çewlîgê spasiya tîmên vekirina rêya dike û dibêje,“Hinek caran nexweşên me çêdibin, xwedê ji wan razî be demildest rêya me vedikin. Ti pirsgirêkeke me nîne.”

Pêla barîna berfê ku Bakurê Kurdistanê li xwe girtiye, bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan dike. Li gor zanyariyan Îdareya Taybet a Çewlîgê rêya 194 gundên li seranserî parêzgehê ji ber berfê hatine girtin û kar û xebatên vekirina wan rêyan berdewam in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst