Li Êlihê bo ajelên kovî xwarin danîn xwezayê

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, grûpeke xwebexş û jîngeparêz ji bo ajelên li kolanan û ajelên kovî xwarin danîn xwezayê.

Pêla berfê ya xwe li Bakurê Kurdistanê girtiye piraniya parêzgehan spî kiriye, ajelên kovî di dîtina xwarinê de zehmetiyên mezin dibînin û carnan dadikevin nav gundan û bo welatiyan xeteriyê çê dikin.

Kampanyaya xwebexşan

Di kampanyaya xwebexşan a di bin sîwana Komeleya Ajelên Bêxwedî ya Êlihê de tê meşandin, li herêma pîşesaziyê û Çiyayê Qêrê yên Êlihê xwarin bo ajelên kovî danîn.

Buket Oruç, Seroka Komeleya Ajelên Bêxwedî, diyar dike, “Ji xwe di mehên zivistanê de wek em hemû dizanin candar bi zehmetî xwarinê dibînin. Me jî xwest em îro balê bikşînin. Ji xwe tiştekî em bi berdewamî dikin. Me îro bi saziyên sîvîl û komeleyan re, bi armanca balê bikşînin ser jiyana ajelan ku xwarinê zehmet dibînin, ev çalakî li dar xist. Em spasiya hemû beşdarvanan dikin. Bi rastî çalakiyeke girîng bû.”

Ajelên li kolanan hatin komkirin

Di çarçoveya xwebatên xwebexşan de, ajelên li kolanan hatin dermankirin û cihê manê ji wan re hat çêkirin.

Xwebexş Erdem Zengin, radigihîne, “Ez tenê dixwazim bang li hevalên din bikim; Bila herkes heta ji dest wan tê, alîkariya ajelan bikin. Mînak, bila xwarina êvarî ya dimîne bidin ajelan. Zikê ajelekê têr bikin. Daxwaza me tenê ev e.”

Di çarçoveya xebatan de ji bilî xwarinên wek genim, ceh, giya, goşt, hestî û sebze û fêkiyên ji paşmayiyên marketan hatine komkirin jî hatin danîn. Xwebexşên Êlihê, bang li hemû kesî dikin, di zivistana dijwar de ligel ajelan bin.