Li Hesekê derdora 45 hezar kes derbider bûn

26-01-2022
RÛDAW
Xelk daxwaza aramkirina rewşê dikin
Xelk daxwaza aramkirina rewşê dikin
Nîşan Heseke Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema rewşa aloz û şer û pevçûnan, li taxên derdora Zindana Sînaa ya Hesekê û belavbûna hejmarekê ji çekdaran li nav malên xelkê, li gor amarên NYê derdora 45 hezar kes derbider bûn.

Feysel Ehmed, Koçber ji Hesekê, dibêje, “Em ji Taxa Zuhûr in û hinek kes ji Xiwêran bi me re hene, em derbider bûne. Bi sedema lêdana tund, zarokên me hemû tirsiyan, ji ber tirsê û birçîbûn û sermayê jî, me zarok derxistin, êdî me xwe penayî vê derê kir, li cem rêxistinê. Wan kêmayî bi me re nekiriye, em li mizgeftê bicih kirine. Ev e tiştê ku bi me re çê bû.”

Stargehên demkî

Li gorî zanyariyên Neteweyên Yekbûyî, derdora 45 hezar kesên sivîl, ji taxên şer ên Hesekê, koçber û derbider bûne û piraniya wan çûne cem kesûkarên xwe li taxên din ên wî bajarî, lê 750 kes ji wan li penagehên demkî bicih bûne, di nav de jî mizgeft.

Bi gotina xelkên sivîl jî, şervanên HSDê alîkariya wan kir, ji bo ku rizgar bibin.

Neşmiye Elbedir, Koçber ji Hesekê, dibêje, “Bombebaran bi ser me de hat, nema me dikarîbû derketina derve, birçîbûnê em kuştin, sê rojan em asê man û nan nebû em dixwin, ma em ê çi bikin?! Êdî ciwanan, Xwedê wan bihêle, alîkariya me kir û em derxistin. Eger na, em ê miribana.”

Xelk daxwaza aramkirina rewşê dikin

Derbiderbûyên sivîl hêvî dikin, di zûtirîn dem de rewş aram bibe ji bo ku vegerin malên xwe.

Derbiderbûyê ji Hesekê, radigihîne, “Spas ji Xwedê re, mirov ligel zarokên xwe bi selametî derkeve, serma heye, spas ji Xwedê re, rewşa me baş e, firoke û her corê lêdanê li wê derê heye, wan li derî dida û digot, werin derî vekin, me ev yek bihîst lê kesekî li deriyê me neda, yekser em derketin, spas ji Xwedê re, em ji Xwedê hêvî dikin rewş aram bibe.”

Ji roja Pêncşemê 20ê Çileya 2022yan ve, bi sedema êrîşa 200 çekdarên DAIŞê li ser Zindana Sînaa ya Hesekê û yaxîbûna nêzîkî 5 hezar girtiyên DAIŞî li nav wê zindanê, şer û pevçûnên giran di navbera wan çekdaran û  Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê de derketin, di encamê de jî, ziyan gihişte xelkên sivî ku neçar bûn ji malên xwe derkevin û birevin cihên aram.

Li aliyê din piştî derbasbûna nêzikî hefteyekê, HSDê îro ragihand ku şervanan zindana Sînaa bi temamî kontrol kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst