Xelkê Hesekê ji bo parastina taxên xwe çek hilgirtin

26-01-2022
Berzan Ferman
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Heseke HSD DAIŞ Xelk Çekhilgirtin
A+ A-

Heseke (Rûdaw) - Di 20ê Çileya 2022an de li Girtîgeha Sinaa ya li taxa Xwêran a Hesekê alozî derket û çekdarên DAIŞê yên li wê girtîgehê dest bi yaxîbûnê kiribûn û hejmarek çekdarên şaneyên nihênî yên DAIŞê jî li derveyî girtîgehê êrişî girtîgehê kiribûn. Piştî wê aloziyê hinek çekdarên DAIŞê xwe li taxên derdora girtîgehê veşartibûn. Li ser wê yekê xelkê Hesekê ji bo parastina taxên xwe çek hilgirtin.

Xelkê ku çek hilgirtine ne hêzên ewlekarî ne, lê sivîlnişînê  taxa Miftî ya Hesekê ne. Herwiha ew dibêjin dibêjin 4 çekdarên DAIŞê yên ji zindana Xwêran reviyayî li nêzîkî taxa wan destgîr bûne, lewma ew ditirsin çekdar xwe di avahiyên vê taxê jî bi cih kiribin.

Welatî Ebdilbaqî Xişo dibêje “Em ditirsin ku DAIŞ derkevin û êrişî malan bikin. Niha em derketine xwe diparêzin. Hinek ji me derdikevin ji 5ê êvarê heta 1ê şevê û yên din jî 1ê şevê hat sibehê nobetê digrin û parastina xwe dikin.

Li nava taxên Hesekê û di encama hilmeta Asayişa Rojavayê Kurdistanê heta niha 16 çekdarên DAIŞê yên revyayî hatine girtin.

Hîna hejmareke ne diyar ya çekdaran li taxên başûr û rojavayê bajêr xwe veşartine û piraniya wan di nava avahiyên sivîl de ne.

Welatî Seyifeldîn Xalib got “Em parastina taxên xwe dikin, ji bo ku DAIŞ derbasî taxên me nebin. Em alîkariya hevalan dikin, ew di nav şerên Erdoga û DAIŞê de ne. Hevalan çeteyên DAIŞê li gundê Miftî girtin.”

Yaxîtiya çekdarên DAIŞ ku ji 20ê Çileya 2022an ve dest pê kiribi bi dawî bû. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro (26.01.2022) bi daxuyaniyek ragihand ku şervanên wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi operasyona `Gurzên Gelan` zindana Sînaa ya li taxa Xiwêran a li Hesekê bi temamî kontrol kirin.

HSD dibêje wan hemî avahiyên zindanê bi dest xistiye û tevaya çekdarên di hundirê zindanê de mabûn xwe radestî hêzên wan kirine û li gorî zanyariyan hîn hejmareke ne diyar ya çekdaran ku ji zindanê reviyayî ne nehatinr girtin û li taxên bajêr xwe veşartine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst