Videowall – Êrişa DAIŞê û şerê kontrolkirina zindana Sînaa

26-01-2022
RÛDAW
Êrişa DAIŞê kengî û çawa destpê kir?
Êrişa DAIŞê kengî û çawa destpê kir?
Nîşan DAIŞ Zindana Sînaa Heseke HSD Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro zindana Sînaa ya li Hesekê bi temamî kontrol kir û hemû çekdarên DAIŞê yên di zindanê de xwe radestî şervanan kirin.

Êrişa DAIŞê kengî destpê kir?

Li gor daxuyaniya HSDê:

Roja Pênşemê, 20/01/2022, bi şev derdora demjimêr 19.30, DAIŞê otomobîlek û motorekî bombekirî, li nêzîkî deriyê zindana Sînaa ya li taxa Xiwêran teqand.

Piştre şer, di navbera hêzên pasevanên zindanê û çekdarên DAIŞê de derket, ku ji başûrê wî bajarî hatibûn nêzîkî zindanê.

Piştî wê yekê, çekdarên DAIŞê, 3 tankerên petrolê, li nêzîkî zindanê teqandin ji bo ku dûman ezman bigire û balafirên şer ên hevpeymanan wan nebînin û nikaribin wan bombebaran bikin.

Di heman demê de girtiyên DAIŞê yên li nava zindanê jî êrîş birin ser hêzên asayîşê û tîmên bijîşkî û karmendên xwaringehê.

Êriş çawa çêbû?

HSD diyar dike, DAIŞiyên hatine girtin, îtîraf kirine ku ev 6 meh bûn wan amadekarî dikir û nexşerê ji bo wê êrîşê danîbûn.

Li gor HSDê, bi kêmanî 200 çekdarên xwekuj di wê êrîşê de beşdar bûn, beşek ji wan ji Serê Kaniyê, Girê Spî û Iraqê derbasî wê deverê bûbûn.

Li gor zanyariyan hejmareke zêde ji girtiyên DAIŞê reviyan û xwe li taxa Xiwêran veşartine

Di wê êrişê de DAIŞê dest danî ser beşeke mezin a zîndanê, piştre HSDê û Hevpeymanan ew dorpêç kirin.

Zindan çawa hat kontrolkirin?

Şer û pevçûnên dijwar ji bo vegerandina zindanê destpê kirin.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi êrîşên esmanî, panzêr û îstîxbaratê alîkariya HSDê kirin.

Niha zindana Sînaa ya Xiwêran bi temamî hatiye kontrolkirin.

Hemû çekdarên di nav zindanê de bûn xwe radestî şervanên HSDê kirine.

Bi kêmanî 175 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

27 şervan di wî şerî de şehîd bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst