Mezlûm Kobanî: Hêzên me serkeftina Kobaniyê nû kir

26-01-2022
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Kobanî HSD Heseke Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî tekez dike, “Hêzên me bi têkbirina DAIŞê li Hesekê, serkeftina Kobanê nû kir.”

General Mezlûm Kobanî bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek belav kir.

Dubarekirina dîroka serkeftinê

Mezlûm Kobanî amaje bi wê dike ku 7 sal “di ser rizgarkirina Kobaniyê re, serkeftina yekemîn û destpêka têkbirina DAIŞê re derbas bûn” û tekez kir, “Îro hêzên me bi têkbirina DAIŞê li Hesekê û pûçkirina planên alîgirên DAIŞê, dîroka serkeftinê dubare dikin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje, “Di navbera Arîn û Awaz de 7 sal in û sedemên berdewamkirina rêxistina DAIŞê didomin” diyar dike, “Ji bo bidawîkirina DAIŞê pêwîstî bi seqamgiriya siyasî û aborî û erêkirina navnetewî heye.”

Êrişa DAIŞê li Hesekê

Ev peyama General Mezlûm Kobanî di demekê de ye ku HSDê îro ragihand, zindana Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê bi temamî hat kontrolkirin ku ew zindan ketibû ber êrişeke befireh a çekdarên DAIŞê û ev çend roj e şer û pevçûnên dijwar berdewam bûn.

Navenda Ragihandina HSDê di daxuyaniya xwe de tekez dike “hemû çeteyên DAIŞê xwe radest kirin” û zindan bi temamî hat kontrolkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst