HSD: Zindana Sînaa bi temamî hat kontrolkirin

Hewlêr (Rûdaw) - HSDê ragihand ku zindana Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê bi temamî hat kontrolkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) eşkere kir ku  şervanên wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi operasyona `Gurzên Gelan` zindana Sînaa ya li taxa Xiwêran a li Hesekê bi temamî kontrol kirin.

Li gor wê daxuyaniyê, “hemû çeteyên ku di nava zindanê de bûn” xwe radsetî şervanan kirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî jî peyamek belav kir û ragihand, "Hêzên me bi têkbirina DAIŞê li Hesekê, serkeftina Kobanê nû kir."

 

 

Êrişa DAIŞê

Roja 20ê vê mehê DAIŞê derdora demjimêr 19.00 otomobîlek û motorekî bombekirî, li nêzîkî deriyê zindana Sînaa ya li taxa Xiwêran teqandin û ji wê rojê ve şer û pevçûnên dijwar berdewam bûn.

Piştî wê yekê, çekdarên DAIŞê, 3 tankerên petrolê, li nêzîkî zindanê teqandin, ji bo ku dûman ezman bigire, ji bo ku balafirên şer yên hevpeymanan wan nebînin û nikaribin wan bombebaran bikin.

Li gor daxuyaniya HSDê, DAIŞiyên ku hatine girtin itîraf kirine û gotine ku ev 6 meh bûn wan amadekarî dikir û nexşerê ji bo wê êrîşê danîbû.

Bîlançoya şer

Li gorî HSDê, bi kêmanî 200 çekdarên xwekuj di wê êrîşê de beşdar bûne, beşek ji wan ji Serê Kaniyê, Girê Spî û Iraqê çûbûne wê derê.

Di wê êrişê de DAIŞê dest danîbû ser beşeke mezin a zindanê, piştre HSDê û Hevpeymanan ew dorpêç kirin û şer û pevçûnên dijwar ji bo vegerandina znndanê destpê kirin.

Li gor zanyariyan di wan şer û pevçûnan de bi kêmanî 175 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 27 şervan jî şehîd bûn.