Li Rihayê şerê bi çekan: 3 kes birîndar bûn

26-01-2022
RÛDAW
Nîşan Riha Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê li mala şînê di navbera du grupan de şerê bi çekan derket û di encam de Rêveberê Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê Eyyup Şelli jî di nav de 3 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan li taxa Gullubag ser bi navçeya Karakopru ya navenda bajêr li mala şînê di navbera du grupên ku neyarê hev bûn ji ber mijareke nayê zanîn şer derket û di encam de çek hatin bikaranîn.

Di pevçûna çekdarî de 3 kes birînda bûn. Kesên birîndar bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Inan ya bajarê Rihayê hatine veguhestin.

Li gor agahiyan ji ber şerê bi çekan zerar gehiştiye hejmarek otomobîlên derdorê û tîmên polîs bi armanca desteserkirina kesên tevî şer bûne dest bi lêgerînê kirine.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst