Platforma Zimanê Kurdî: Kurdino siyaseta xwe bi Kurdî bikin

26-01-2022
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Platforma Zimanê Kurdî Dersa Bijarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Mêrdînê ya Platforma Zimanê Kurdî derbarê hilbijartina dersa bijareta ya Kurdî de daxuyaniyek belav kir û got: “Tevî ku armanca me perwerdeya bi zimanê dayikê ye, divê dersa bijarte ya Kurdî bo gihiştina vê armancê ji aliyê hemû Kurdan ve wek pêngava yekem bê hilbijartin.” Platform dibêje: “Eger Kurd derfeta dersa bijarte baş bikar bînin dê di siberojê de deriyê perwerdeya bi zimanê dayikê jî vekin.”

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê proseya dersên bijarte di 3ê Çile de destpê kir û xwendekar dikarin heta 7ê Sibatê dersên bijarte hilbijêrin. Dersa Kurdî jî di nav wan dersên bijarte de cih digire û ji bo hilbijartina wê dersê îsal gelek sazî, partî, hunermend, platform û çalakvanên xwebexş ên zimanê Kurdî dest bi kampanyayan kirin.

Îro 26ê Çileya 2022ê Şaxa Platforma Zimanê Kurdî ya parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê derbarê hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî de daxuyaniyek belav kir. Platforma Zimanê Kurdî bal kişand ser perwerdeya bi zimanê Kurdî û tekez kir ku divê Kurd wek pêngava yekem a proseye perwerdeya bi zimanê dayikê dersa bijarte ya Kurdî hilbêjêrin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Eger Kurd derfeta dersa bijarte baş bikar bînin dê di siberojê de deriyê perwerdeya bi zimanê dayikê jî vekin.”

Şaxa Mêrdînê ya Platforma Zimanê Kurdî bang li malabtên Kurd dike û dibêje: “Di warê zimanê Kurdî de çiqas astengî derkevin jî divê dayik û bav xwedî li Kurdî derbikevin. Kurdino li kolan, mal û bazarê bi Kurdî biaxivin û siyaseta xwe bi Kurdî bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst