Bi hezaran kes ji bo kaşokê diçin çiyayê Qerejdaxê
Hewlêr (Rûdaw) – Bi barîna berfê li çîyayê Qerejdaxê werza kaşokê destpê kir. Ji ber koronayê di meha berfanbara 2020an de qedexe hatibûn ragihandin di çarçoveya wan qedexeyan da navendên kaşokê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatibûn girtin.
Piştî serlêdana kargehên li navendên kaşokê, hikumetê biryara xwe guherand û ew navendan carek din hatin vekirin. Bi barîna berfê jî li Bakurê Kurdistanê navenda kaşokê ya çiyayê Qerejdaxê jî bû cihê geştyarên xwemalî. Ev navenda kaşokê di navbera Amed, Riha û Mêrdînê de ye û bi awayê fermî jî çiyayê Qerejdaxê ser bi parêzgeha Rihayê ve ye.
Sala par ji bajarên Bakurê Kurdistanê zêdetirî 150 hezar kesî ziyareta vî navendê kiribûn. Ji ber koronayê ne diyare ku dê îsal werzek çawa derbas bibe.
Ev navenda ku havînê zozanê koçera ne,zivistanê jî ji bo welatiyên bajarên Bakurê Kurdistanê dibe navenda werzişên zivistanî.
Bilindahiya ji behrê ya çiyayê Qerejdaxê 1, 900 metre ye û ev navenda kaşokê ku salane ji xizmetguzarîyên fermî bêpar e, bi pîstekê xizmetê dide welatiyan.
Murat Atîlla, xwediyê tesîsên Kaşokê ji Rûdawê re dibêje: “Sala çûyî dora 150 hezar kes hatin vî navendî. Qasî ku hûn dibînin em bi vî awayî vira birêve dibin.Rezîliya vira jî hûn dibînin.Tesîsek bi rêk û pêk tune ye. Xelk ji deverê tên,îro telefonên me nerawestiyan, xelk dixwazin bên şevên xwe jî li vir derbas bikin.Otel hebûna,av heba, elektrîk heba dê baştir biba.Rêya navenda kaşokê jî we dît ew du salin hinek baştir kirine. Rê teng e, hinek din firehtir bayad ê baştir biba û dê xelkê zêdetir berê xwe bidana vira.”
Tevî hemû kêmasiyan li aliyekê yên xwe dişiqitînin,li aliyekê li ser berfê govend û dîlan,li aliyekê jî menqel û xwarin ev reng û dengên zivistanî jî yê kêfxweşiya geştyarên xwemalî ne.
Welatiyên ku berê xwe dane navenda kaşokê ya Qerejdaxê, kêfxweşin ku dikarin demek xweş bi malbat û kesên xwe re derbas bikin.
Seyitxan Agan yek ji geştyarên dibêje: “Welleh îsal ev berfa jî nû bariya.Vaye hefteyeke berf barî înşallah dê heta du mehan dewam bike.”
Geştyarekî din bi navê Murat Kamişlî dibêje, “wexta ez biçûk bûm me xwe li vira bi naylonan dişiqitand.”
Emrullh Înanç gazinê ji nebûna otel û motelan li cihê navenda kaşoka Qerejdaxê dike û dibêje: “Mesela otel hebana ezê îşev li vira bimama sibê dîsa li vir ba ma.Malbat bi me re tên mesela ez bi malbata xwe re hatime vir.”
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di çarçoveya qedexeyên ji ber koronayê de, navendên kaşokê hatibûn girtin, piştî sersalê bi rabûna qedexeyên li ser navendên kaşokê, pîstên kaşokê carek din geş bûn lê di dawiya heftiyan de qedexe tenê ji bo geştyarên biyanî rabûne.Geştyarên xwemalî tenê di nava hefteyê de dikarin biçin kaşokê bikin.