Li Girê Sipî teqîneke mezin çê bû; kuştî û birîndar hene

ewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku niha di kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye, îro teqîneke mezin çê bû.

Li gor aghiyên destpêkê, teqîn bi rêya xwekujekî hatiye pêkanîn û di encamê de gelek kuştî û birîndar hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ku baregeha wê li Londonê ye, dibêje, di teqîna îro de 3 kes hatine kuştin û herî kêm 7 kes jî birîdnar bûne.

Hêj nehatiye zanîn, ku teqîn xwekujî bûye yan bi rêya danîna bombekê ve çê bûye.

Heta niha ti aliyekê berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye.

Roja 7ê vê mehê jî, serkirdeyekî Feyleqa Yekem a ser bi Artêşa Niştimanî ya girêdayî Tirkiyê ve di êrişeke çekdarî de li nav bajarokê Girê Spî hatibû kuştin.

Girê Spî tevî Serê Kaniyê û bi dehan gundên derdora wan di êrişa Cotmeha sala 2019n de ketiye destê Tirkiyê û komên çekdar.