Li Efrînê grûpeke çekdar keçeke Kurd revandin
Hewlêr (Rûdaw) - Grûpeke çekdar keçeke Kurd a xwedan pêdawîstiyên taybet li bajarokê Cindirêsê yê Herêma Efrînê revandiye.Xalîde Hisên Henan a 30 salî, ku ker û lal e, şeva 23 li ser 24ê vê mehê, ji mala bavê wê hatiye revandin.
Ji nav bajarokê Cindirêsê bi ser Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, grûpeke çekdar Keçek Kurd ku ker û lal e ji nav mala bavê wê revandiye. Xalîde Hisên Henan, ji taxeke li jêr destê grûpa Ehrar el-Şerqiye hatiye revandin.
Dr. Kamîran Hac Ebdo, siyasetmedarê Kurd ku xelkê Cindirêsê ye, hûrgilî derbarê keça revandî û bûyera revandina wê dane Tora Medyayî ya Rûdawê û berpirsiyariya revandina wê xiste stûyê grûpa Ehrar el Şerqiye.
Siyasetmedar Dr.Kamîran Hac Ebdo got: “Taxa ew lê rûdinin di bin kontrola Ehrar el Şerqiyê de ye. Lewma ew di revandina Xalîde Hisên Henan de berpirsiyar in. Xalîde şeva 23 bi ser 24 hate revandin.”
Xalîde Hisên Henan, 30 salî ye, û ji gundê Yalanqozê ye. Ew xwedan pêdawîstiyên taybet e, ji ber ku ker û lal e. Şeva 23/24ê vê mehê ji mala bavê wê li Cindirêsê hatiye revandin. Taxa ku jê hatiye revandin, li jêr destê Ehrar el Şerqiye ye.
Malbata Xalîde Mihemed xelkê gundê Yalanqozê li bakurê Cindirêsê ye. Lê ji ber ku çekdarên grûpa Ehrar el-Şam, li gundê navborî dest danîne ser mala wan, ew neçar bûne, bi kirê li Cindirêsê niştecî bibin.
Piştî ku grûpên çekdar dest danîbûn li ser herêmê, Hisên Henan, bavê Xalîde, ji aliyê grûpên çekdar hatibû girtin û piştî çend mehan hatibû azadkirin.