Pirsa qerebûkirina mexdûrên erdheja Xarpêtê bûye rojev

26-01-2020
RÛDAW
Li Xapêt û derdora wê ji bilî ziyanên canî, ziyanekî mezin a madî jî çêbû ye
Li Xapêt û derdora wê ji bilî ziyanên canî, ziyanekî mezin a madî jî çêbû ye
Nîşan Erdheja Xarpêtê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ligel hewldanên berdewam ên tîmên bihewarveçûnê li Xarpêta Bakurê Kurdistanê bo rizgarkirina wan kesên ji ber erdhejê di bin avahiyên hilweşiyayî de mane, daxwaz ji hikûmetê tê kirin ku heta zû ye xelkê qerebû bike.

Ji ber erdheja li parêzgeha Xerpêtê û Meletiyê yên Bakurê Kurdistanê çendîn xanî hilweşiya ne û ji bilî ziyanên canî, ziyanekî mezin a madî jî çêbû ye. Di dema bûyerên wiha yên xwezayî de, rewşekî awarte tê ragihandin û kesên ku ziyan dîtine, heya demeke destnîşankirî, deynên bankî û herwiha faîzan nadin. Serokomarê Tirkiyê ku doh serdana bajarê Xerpêtê kir, behsa qerebûkirina xelkê ziyandîtî kir û niha jî xelk li bendê ye ku her çi zû ye bêne qerebûkirin ku ji vê sermaya zivistanê rizgar bibin û birînên xwe bipêçin.

Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyê ragihand:‎ ‎"Ji ber erdheja li Xarpêt û Meletiyê, cîbicîkirina yasayên bacê bo dema 3 mehan dikeve çarçoveya rewşa karesatbar. Bo hinek welatiyan dana pereyan tê paşxistin û beşek jî faîza kom bûye nadin. Ev hemû li gor madde û pakêtên cuda tên rêkxistin."

Herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ligel 6 wezîrên kabîneya xwe û çend berpirsên din çû Xarpêta Bakurê Kurdistanê ji nêzîk ve karûbarên tîmên bihewarveçûnê şopandin. Erdogan beşdarî nimêja li ser cenazeyên dayîkek û zaroka wê bû ku di erdhejê de canê xwe ji dest dabûn. Piştî nimêjê Serokkomarê Tirkiyê behsa qerebûkirinê, bi taybetî jî çêkirina xaniyan kir û ji xelkê xwest guhê xwe nedin gotegotan.

Erdogan got: “Em wek dewlet, wel milet bi saya Xwedê tişta ji destê me tê dikin. Karên tîmên bihewarveçûnê di nav avahiyên herîfî de berdewam in. Herwiha wan kavilan radikin û li şûna wan bilez dest bi çêkirina yekeyên niştecihbûnê dikin. Em nahêlin ti welatiyekî me birçî bibe û li derve bimîne. Tikayê ji we dikim, guh nedin gotegotan."

Pêr roja Înê (24.01.2020) erdhejek bi hêza 6.8 pile bajarokê Sîvrîce ser bi parêzgeha Xarpêtê hejand. Li gor amarên dawî 35 welatiyan canê xwe ji dest dan û zêdeyî 1500 kesî jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst