Pervîn Buldan nerazîbûn nîşanî pirsa ‘Xarpêt Kurd e?’ da

26-01-2020
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Pervîn Buldan Bakurê Kurdistanê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HDPê bertek nîşanî pirsa ‘Xarpêt Kurd e?’  da û got, “Bila her kes vê yekê bizane, bi Tirk, Kurd, Ermenî, Suryanî, Laz, Ereb, Çerkez, em hemû yek in. Ziman, ol û nijada êşên me nîne.”

Pervîn Buldan, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di twîtekê de nerazîbûn nîşanî lêgerîna pirsa, ‘Xarpêt Kurd e?’ da li ser Googleyê li Tirkiyê.

Hevseroka HDPê di wê twîta xwe de amaje bi wê kir, ‘Xarpêt Kurd e?’ zêdetirîn pirs bûye ku li Googleyê lêgerîn li ser hatiye kirin û got, “Bila her kes vê yekê bizane, bi Tirk, Kurd, Ermenî, Suryanî, Laz, Ereb, Çerkez, em yek in. Ziman, ol, nijada êşên me qet nîne.”

 

 

Ayhan Bîlgen, Şaredarê Qersê jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê nerîzabûna xwe nîşan da û got ku lêgerînên bi vî awayî nijadperestî ne û ragihand, “Nîjadperestî nexweşî ye lê di rojeke wiha de nemerdî ye!”

Ev di demekê de ye ku piştî rûdana erdhejeke tund li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyê bikarhênerên Googleyê herî zêde lêgerîn li ser pirsa, ‘Xarpêt Kurd e?’ kiribûn.

Li Xarpêtê demjimêr 20.55ê roja 24ê vê mehê erdhejeke bi 6.8 pileya rîxterê rû da ku di encamê de heta niha 35 kes bûne qurbanî û zêdetirî 1500 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst