Silêmanî (Rûdaw) - Li ser keysa mirina pêşmergeyekî ser bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve li nav zîndana asayişê li Hewlêrê, parlamento û hikûmet 2 komîteyên lêkolînê pêk anîn. Kesûkarên wî pêşmergeyî jî gilîyek li dijî asayişa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) tomar kiriye, ji ber ku li gor wan, ew pêşmerge piştî desteserkirinê ‘di bin îşkenceyê de’ hatiye kuştin.
Roja 16.01.2020, asayişa Hewlêrê daxuyaniyek derbarê mirina hemwelatiyekê li zîndana asayişê belav kir û ragihand, “Ew hemwelatî li ser madeyên hişber hatibû desteserkirin, piştî dest bi ser 10 kîlogram maddeya hişber de hat girtin, zanyarî li ser xwediyê wê hatin wergirtin bi navê Mecîd Brahîm Ebdullah, rizamendiya birêz dadwer hat wergirtin bo desteserkirin wî û pişkinîna li mala navborî li gundê Sîsawe ser bi bajarokê Herîr, lêbelê roja 16ê mehê li nav zîndanê bi ‘xwehilawîstinê’ canê xwe ji dest da.”
Di daxuyaniya asayişê de ev jî hatibû gotin, “Piştî agahdarkirina birêz dadwer, termê navborî bo pîzişkiya dadwerî ya Hewlêrê hatiye şandin û hemû belgename jî li ser vê dosyê û rêkarên yasayî li ber dest in.”
Kesûkarên Mecîd daxuyaniya asayişa Hewlêrê red dikin û dibêjin, piştî du roj ji îşkencekirinê hatiye kuştin. Xalid Mistefa, pismamê Mecîd, ji Rûdawê re dibêje, “Em li gel Mecîd pismam û hevrê bûn, em ji zaroktiyê ve li gel hev mezin bûn, 9 salan jî me kirîn û firotin bi pez û ajelan kir û piştre em bûne pêşmerge.”
Mecîd Brahîm Ebdullah ê temen 38 sal, zewicî bû û bavê 3 keç û 2 kuran bû û mala wî li gundê Sîsawe yê ser bi navçeya Basirme ve ye. Derbarê çawaniya desteserkirina wî, Xalid Mistefa dibêje, “Demjimêr 11ê nîvê şeva 14.01.2020, mefrezeyek ku xwe bi navê asayişa Hewlêrê nasand, bi ser mala Mecîd de girtin, heta demjimêr 1.10 xulek li malê man û vegeriyan. Paşê wan Mecîd birin bêyî ku ji malbata wî re vebêjin ka dibin ku derê.”
Derbarê wê tohmetê jî ku miamele bi maddeyên hişber kiriye pismamê wî dibêje, “Rojane peywendiya me hebû, rojekê jî min ji Mecîd nebihîstiye ku navê wan maddeyan jî bîne, heta ku miamele pê bike. Di mala wî de jî, tenê çend parçe çek hatine dîtin, ji ber ku Mecîd her ji zaroktiyê ve xeyala kirîn û firotina çekan hebû, berdewam çend parçe çek li mala wî hebûn.”
Li gor kesûkarên wî pêşmergeyî, Mecîd di bin îşkenceyê de hatiye kuştin û li ser vê yekê jî Xalid Mistefa dibêje, “Ew du roj bû Mecîd hatibû girtin û me nedizanî li ku derê ye, roja 16.01.2020 Rêveberiya Asayişa Basirme, peywendî bi me re kir û got, termê wî li pizîşkiya dadî ya Hewlêrê ye, herin werbigirin. Mecîd li zîndanê hatibû îşkencekirin, bi kabloyê li pişt û qaça wî hatibû dayîn, kareba li til û destên wî hatibû dayîn û paşê jî hatiye kuştin. Ji ber hindê em giliyê li dijî asayişa PDKê tomar dikin. Me daxwaz ji YNKê jî kiriye, divê li gel asayişa PDKê yekalî bikin ku çawa ew pismamê min teror kirine.”
Mecîd li lîwaya 7 a Wezareta Pêşmerge bû û pileya wî jî Reyis Urefa bû. Omîd Rence Xirwatanî, fermandarê lîwaya Mecîd ji Rûdawê re ragihand, “Nêzikî 10 sal bûye, ew li aliyê min Pêşmerge bû. Kesekî civakî û bê pirsgirêk bû, tawana wî nebû, min nebihîstiye karekî neyasayî kiribe, bavê wî demeke dirêj e wefat kiriye. Mecîd serpereştiya mala xwe, dayik, xwîşk û birayên xwe jî dikir. Bawer nakim qet miamele bi maddeyên hişber kiribe.”
Derbarê miamelekirin bi çekan jî, ew fermandar dibêje, “Miameleya kirîn û firotina çekan dikir, her carekê jî ji min re digot. Li gor gotinên malbata wî, wê şeva ku hat desteserkirin jî 6 qenas, demançe, kilaşînkof û hinek fîşek û mehzen jî di mala wî de hebûn lêbelê ti maddeyeke hişber li gel nebû.”
Li gor raporta pizîşkiya dadî ya Hewlêrê, Mecîd xwe xeniqandiye, lêbelê kesûkarên wî termê Mecîd, ji bo dubare pişkinînê birin pizîşkiya dadî ya Silêmaniyê û çaverêyî encamê ne.
Piştî bûyerê, li ser asta Hikûmeta Herêma Kurdistanê, komîteyeke bilind bo lêkolîna ji bo dosyeya wî pêşmergeyî hatiye pêkanîn. Çavkaniyek ji Wezareta Pêşmerge, ji Rûdawê re ragihand, “Wezîrê plandanîn û nûnerên çend wezaretan, Wezareta Pêşmerge, Asayişa Silêmanî û çend aliyên yasayî û emnî di nav wê komîteyê de hene.”
Çavkaniyê ji Wezareta Pêşmerge dibêje, “Komîteya bilind kombûna xwe li ser dosyeyê kiriye û biryar e kombûna duyem jî bike, encama raporta pizîşkiya dadî ya Silêmaniyê jî her bi wê komîteyê tê dayîn.”
Parlamentoya Kurdistanê jî, demildest komîteyeke lêkolînê ji bo wê dosyeyê pêk aniye. Luqman Werdî, Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê, ji Rûdawê re diyar kir, “Piştî wergirtina rizamendiyê ji Serokatiya Parlamentoyê, roja 19.01.2020 komîteyeke 6 kesî li parlamentoyê hat pêkanîn ku endamên wê ji komîteyên Pêşmerge û mafê mirov pêk tên û lêkolînê derbarê dosyeya Mecîd Brahîm dikin.”
Derbarê dosyeyên îşkencekirinê li nav zîndanên polîs û asayişê, Mihemed Gomeşînî, Berdevkê Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan, ji Rûdawê re ragihand, “Di kabîneya 8 û 9 de li gel Wezareta Navxwe me pêdaçûnek kir bo vê pirsê, lêbelê ti belge û gilîyek nebû ku îşkencekirin hebe. Wezareta Navxwe dibêje, pêştir li binkeyên polîs, di dema lêkolînê de, îşkencekirin hebû û çend kesek jî dûr xistine, lêbelê piştî wê ti rewşeke wiha nebûye û kesekê jî gilî tomar nekiriye.”
Berdevkê Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan, nîgeran e ji wê yekê ku di nav komîteya hikûmetê de nînin û dibêje, “Hikûmetê li ser asta bilind komîteyek bo lêkolîna li ser dosyeya mirina wî pêşmergeyî pêk aniye, lêbelê mixabin daxwaz ji me nekirine ku nûnerê me jî di nav wê komîteyê de hebe ku pêwîst bû heba.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse