AFADê amarên herî dawî yên erdheja Xarpêtê eşkere kir

26-01-2020
RÛDAW
Piştî erdhejê 1556 kesan serdana nexweşxaneyan kirine
Piştî erdhejê 1556 kesan serdana nexweşxaneyan kirine
Nîşan Erdheja Xarpêtê Bakurê Kurdistanê AFAD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, piştî erdheja bi hêza 6.8 pile ya Xarpêta Bakurê Kurdistanê ku navenda wê bajarokê Sîvrîce bû, 1556 kesan serdana nexweşxaneyan kiriye, 31 kesan canê xwe ji dest dane û 45 kes jî bi saxî ji nav avahiyên hilweşiyayî hatine derxistin.‎‎

Li gor daxuyaniya AFADê, ji aliyê serokatiya wê saziyê ve 9 hezar û 545 çadir bo herêmê hatine şandin û herwiha pêdiviyên din ên jiyanê jî gihiştine mexdûrên erdhejê.

Di daxuyaniya AFADê de tê gotin ku piştî erdhejê bi giştî 599 paşhejên din hatine tomarkirin û 1556 kesan serdana nexweşxaneyan kirine.

Berî daxuyaniya dawî ya AFADê hatibû ragihandin ku 31 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane û 45 kes bi saxî ji nav avahiyên hilweşiyayî hatine derxistin.

Li bajarê Xarpêt ê Bakurê Kurdistanê şeva Înê (24.01.2020) demjimêr 20.55 erdhejekê rû da bi 6.8 pileya rîxterê ku li bajarên Başur û Rojavayê Kurdistanê jî hest pê hat kirin.

Her li gor zanyariyên kurahiya wê erdhejê 10 kîlometre li jêr erdê bûye û herwiha piştî wê erdhejeke din jî li heman navçeyê bi 5.4 pileya rîxterê rû da.

Navenda wê erdhejê, navçeya Sîvrîce bûye ser bi Xarpêtê ve ku 31 kîlometran dikeve başurê wî bajarê Bakurê Kurdistanê.

Herwiha erdhejê bandor li ser bajarên Amed, Mêrdîn, Meletî, Çewlîg, Sêrt, Meraş û Êlihê û herwiha bajarên Tirkiyê, Samsun, Çorum, Trabzon, Ordu, Gîresun û Hetayê jî kir.

Jibilî bajarên Bakur û Tirkiyê, li bajarên sînorî yên Başur û Rojavayê Kurdistanê jî hest bi wê erdhejê hat kirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst